Ji bo 15'ê Sibatê Tevgera Ciwanê Şoreşger pêşengeh li dar xist

  • 16:55 12 Sibat 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Bi hatina 15'ê Sibatê, roja komploya navneteweyî ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger, pêşengehek li bajarê Qamişloyê li dar xist.
 
Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger a bajarê Qamişloyê bi hatina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li Parka Avesta ya bajarê Qamişloyê pêşengehek li dar xist. Her wiha kesên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine û şêniyên Qamişloyê tevlî pêşengehê bûn. Di pêşengehê de pirtûk û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku bi destan hatibûn xêzkirin hatin pêşkêşkirin.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, jinên bi navê Zînê Aslan û Rebîa Zilfo ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine axivîn û qala kêliyên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re jiyane parve kirin: "Dema em diçûn gel Rêber Apo em bi kêlecanek mezin me berê xwe dida gel wî. Her ku em diçûn gel Rêber Apo, ji me re qala jinên azad dê çawa bin, rol û mîsyona wan di nava civakê de çawa ye dinirxand. Her dem behsa êrîşên dijmin ên li ser jinê û jin dê çawa xwe biparêze dikir. Di wê demê de me soz da ku em li ser xeta azadiyê bimeşin û ji bo doza jin herdem di nava têkoşînê de bin."
 
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.
 
Hêjayê bi bîr xistinêye ku dê pêşengeh du rojî dom bike.