‘Divê em ji bo daxwazên girtiyan bibin yek’

  • 09:17 12 Sibat 2021
  • Rojane
Melîke Aydin 
 
MUGLA - Dayika girtiyê bi navê Mehmet Çelîk Zeynep Çelîk bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û got: “Kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek serok dibînin. Nedîtina mafê kurdan ne ahlaqiye û divê em deng bidin dengê girtiyan.”
 
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji aliyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î’ ve grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û grev ket roja 78’an. Xizmên girtiyan li aliyekî piştgirî didin zarokên xwe û li alî din jî xwestin ku hevdîtinên bi Îmraliyê re bên destpêkirin. Dayika girtiyê bi navê Mehmet Çelîk yê li girtîgeha Kayseriyê ye, Zeynep Çelîk diyar kir ku divê dawî li vê zilmê bê û got mafên kurdan yên herî sereke ji nedîtîve tên û got ev ne ahlaqiye.
 
‘Girtî li dijî neheqiyê li ber xwe didin’
 
Zeynebê daxuyakirin ku kurê wê 10 sal berê li Amedê tevlî mîtînga aştiyê bûye û ji ber vê hatiye girtin û got: “Kurê min jî tevlî çalakiya ku Leyla Guven dabû destpêkirin bû. Girtî li dijî dijhiqûqiyan têdikoşin. Divê her kes piştgiriyê bidin wan. Bila yên vî welatî bi rêve dibin zarokên xwe bikin şûna zarokên me.”
 
‘Bila muzakere bên destpêkirin’
 
Zeynebê diyar kir ku girtî têkoşîna demokrasiyê didin û ev tişt anî ziman: “Em azadiya wan dixwazin. Em dixwazin bibin yek û wek gelên din ligel hev bin. Ji bo me tirk, ereb, fars ferq nakin. Bila ew li hember me rêzdar bin. Çima evqas zilm. Bila demildest muzakere bê destpêkirin. 45 sal berê ji ber betaliyê me koçî Muglayê kir. Bila kurd jî kurdbûna xwe înkar nekin. Tevî hemû zextan em ê kurdî biaxivin. Neviyên min kêm diaxivin. Dersa kurdî tune. Ji ber perwerda tirkî zarok zimanê dayikê jibîr dikin. Ev zilme. Têkoşîn mafê kurdane. Ev mafê her kesî ye. Çima vê dijahlaqiyê dikin.”
 
‘Em nebin yek wê heman tişt bên jiyîn’
 
Zeynebê dawiya axaftina xwe de got: “Em naxwazin grev bidomin. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Bila her kes guh bide daxwazên wan. Ger kurd nebin yek wê dîsa heman tişt bên jiyîn. Divê em vê zilmê qebûl nekin.”