Ji pênûsa zarokan ji bo Abdullah Ocalan name

  • 09:06 12 Sibat 2021
  • Rojane
AMED  - 22 sal berê zarokan ji bo girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertekên xwe bi nivîsandina nameyan anîbûn ziman. Piştre ew nameyên zarokan hatin berhev kirin bi navê “ Serokê me Abdullah Ocalan em ji te gelek hez dikin” hatibû derxistin. 
 
Di encama lihevkirina Emerîka, Israîl, Tirkiye, Rûsya, NATO'yê de komploya navneteweyî li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an hat destpêkirin û di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê hat girtin. Çawa ku hate girtin radestî dewleta tirk hat kirin. Piştî vê Gelê Kurd li her derê rabû ser piyan û bi sedan kesî bedena xwe dan ber agir. Dewleta tirk ji 2015’an ve tecrîda girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dide meşandin û hemû zagonên navneteweyî bin pê dike. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an ve dewleta tirk rê nade parêzer bi Abdullah Ocalan xwe re hevdîtin pêk bînin. 22 sal in komploya navneteweyî li hemberî Abdullah Ocalan tê domandin. 
 
22 sal beriya niha ji li herêmê, li Tirkiyê û Ewropayê zarokan ji bo girtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bertekên xwe bi nivîsandina nameyan anîbûn ziman. Piştre ew nameyên zarokan hatin berhev kirin û ji çapxaneya Memê pirtûka bi navê “ Serokê me Abdullah Ocalan em ji te gelek hez dikin” hat derxistin. Pirtûk ji name û wêneyên ku zarokan ji bo Abdullah Ocalan xêz kiriye pêk tê. Pirtûk carek tenê û bi hêjmarek kêm hat çapkirin. Her wiha ji nameyên zarokan bêhna têkoşerî û berxwedanê tê. Ew zarokên ku 22 sal berê hezkirin û hesreta xwe ya ji bo Abdullah Ocalan anibûn ziman û xêz kiribûn niha mezin bûne.
 
‘Gava aştî û azadî bi ser ket, wê gavê ez di nav we de dibim’
 
Di berga pirtûkê de zarokek biçûk wêneyê Abdullah Ocalan xistiye hembêza xwe û di tenişta wê jî wêneyek ku ji aliyê zarokek ve hatiye xêz kirin heye. Di wêneya ku hatiye xêz kirin de, girava Îmraliyê heye û nêzî keştiyekê de dîsa ligel zarokek biçûk, Abdullah Ocalan heye. Berdewamiya wêneyê de ew keştî ji bo ku xwe bigihîne nexşa Kurdistanê rê digre. Pişta berga pirtûkê jî peyama Abdullah Ocalan a ji bo nameyên wan zarokan cih digire. Di nameye de wiha dibêje: “Xeyalek min a herî mezin dîtina we ye. Tiştên ku em dikin baş fêm bikin. Hemû ji bo sibêroja we ya ku hûn di jiyanek bi azad û bi rûmet bijîn. Gava aştî û azadî bi ser ket, wê gavê ez di nav we de dibim. Bang li hemû kesan dikim ku ji bo bidestxistina aştî û azadiyê ked bidin. Wê azadî bi ser bikeve, wê gel bi ser bikeve.”
 
Di 4 salî xwe de name nivisand 
 
Me xwe gihand vê pirtûkê û hin nameyên wan zarokan dê bixin pêşberê we. Yek ji wan zarokan Hebûn Kirik ku di temenê xwe ya 4 salî de bi alikariya malbata xwe nivisiye. Hebûn ev nêzî 2 sal in li Girtîgeha nû ya Amedê girtiye û niha ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan  di çalakiya greva birçîbûnê de cih digire.
 
21.01.2000/ Hebûn/Amed
 
Gardiyanan min li Amedê girtine û min xistine zindanê. Gardiyanan li min xistine. Gora min li Amedê hatiye kolandin... Cejna we Remezanê pîroz dikim û hêvî dikim ku di demek nêz de ligel me bî
 
31.12.1999/Zozan/Elmanya
 
Rojbaş Serokê me yê hêja û delal. Pêşî ez sersala 2000 li te pîroz dikim û cejna Remezanê li te pîroz be. Ez ji te hez dikim û destê te maç dikim. Ez zanim ku tu aştiyê dixwazî. Ku Gelê Kurd weke her însanî bijî.  Aştî pir başe ji bo Gelê Cîhanê. Pîroz be sersala te ey Ocalan. Ola kurdan herdem pîroze. Ka li herfên pêşî binêr birêz Ocalan çi derketiye. Navê te yê xweş û delal li hemû dunye belabûye.
 
08.04.2000/Sedat/Amed
 
Rojbaş serokê me silav û hürmet ji bo te. 51 saliya te pîroz dikim navê min Sedat e. Ez 14 salî me û ji bajarê Farqînê me û hêdî hêdî ez mezin dibim. Ez bawerim ji bona ku ez bibim şervanekî te pir hewlêdanê min hene û ji vê rê pêva ti daxwazê min tine ne.
 
20.02.2000/Merwan Ehmed/Qempa Mexmûrê
 
Ez zarokekî ji qampa Mexmûrê me. Diçim dibistana kurdî, refa 3 dixwînim. Ez 8 salî me û em zarok keyfê dixwazin. Dema min fêm kir ku keyf bi çi tiştan xweş dibe, yek jê mirov xwedî serok be. Ya din jî mirov xwedî  welat be. Tu tim di bîra min de yî. Te ji bîr nakim. Ez ê mezin bibim, zana bibim û rêya te bigirim. Da ku dijmin te jî neêşîne û keyfa me jî nexweş nebê.  Ez ê bi te re bi te re bim çibi şer û çibi aştî. Silavên xwe ji te re dişinim. Bi hêjmara ber û dorê ji qampê heya grava Îmralî silav û rêzên şoreşgerî. 
 
Dibistana Dr. M. Nûrî. Dêrsîmî ref 3/B
 
08.08.2000/Bawer Podak/Amed
 
Birêz Serok, ez zarokek kurd im. Te dengê me û dengê hemû Gelê Kurd gihand cîhanê. Ez soz didim ku di rêya te de berdewam bikim.
 
Hamza Dogrul/Stenbol
 
Di destpêkê de dixwazim rewşa tenduristiya te bipirsim. Hêvîdarim ku tu baş bî. Ez kurdek koçber im. Bi eslê xwe ji Amedê me. 13 salî me û diçim pola 2’yemîn. Em di rêya te de ne û dê hertim di wê rê de bin. Em kurd dixwazin, tu ji we odeya biçûk derkevî û ji Kurdistanê re serokwezirî bikî.
 
31.12.1999/Wan
 
Birêz Serok, ez bi dil û hestên germ li ber te stuyê xwe ditewînim. Serokê min heke ev ci^han te baş fêm bikira, tu zillm û neqekî çênedibû. Ji ber vê pêdiviya gelan bi te heye.
 
08.04.2000/Diyar/Elmanya
 
51 salî ya te li Gelê Kurd pîroz dikim. Ez 10 salî me, navê min Diyar e. Te gotibû her zarokê gere bixwîne û xwe baş perwerde bike. Ez jî soz didim te ez ê xwe baş perwerde bikim. û li pey şopa te û riya te bibim.