'Abdullah Ocalan rêxistina jinê esas digirt'

  • 09:01 12 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Seyidxan-Sêlîn Mihmed
 
QAMIŞLO - Şaha Hesarî ya ji Qamişloyê ye û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re maye da zanîn ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Gotinên Rêber Apo di mejiyê me de hatine nexşandin, nayên jibîrkirin û me zarokên xwe jî li ser vî esasî perwerde kirine. Komploya ku li ser Rêber Apo hat meşandin li dijî israra me ya ji bo domandina xeta têkoşîn û azadiyê ye."
 
Di 15’ê Sibata 1999’an de komployeke navneteweyî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên navneteweyî ve hate meşandin. Beriya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were dîlgirtin, gelek mirovên welatparêz hevdîtin pêre çêkirine û ji kaniya fikir û ramanên wî rêxistina civakê ava kirine. Şaha Hesarî ya 65 salî ye û ji bajarê Qamişloyê ye hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re çêkiriye. Têkildarî mijarê Şaha Hesarî axivî. 
 
'Berxwedana têkoşeran ji me re bû moral'
 
Şahayê qala naskirina tevgera azadiyê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di sala 1984’an de min Tevgera Azadiyê bi riya hin kesên welatparêz nas kir û êdî min dest bi xebatên rêxistina gel kir. Di wê demê de karê me hemû veşartî dihate kirin, ji ber desthiladariya Rêjîma Sûriyeyê pir li pêş bû. Nirxên ku herî zêde hişt ez bi vê tevgerê ve bêm girêdan, pakrewanên azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Di wan salan de berxwedana heval Mezlûm Dogan, Kemal Pîr, Xeyrî û bi dehan dildarên azadiyê li dijî dewleta desthilatdar li pêş bû. Berxwedana wan moral dida me û vîna me ji bo welatekî azad bû. Di sala 1985’an de min karê xwe di navbera Qamişlo û Şamê de dikir, ji ber Rêber Apo li wir dima. Wiha derfet ji min  ava bû ku ez wî bibînim. Dema em derbasî cihê Rêber Apo bûn kurê min ê biçûk bi min re bû. Rêbertî jê pirsî? 'Ez kî me?', kurê min jê re got: 'Tu Rêber Apo yî' . Rêber Apo li ser vê yekê wiha got: 'Ger ev zarok min nas dike, wê demê teqez wê Kurdistan ava bibe'. Ew cara yekem bû min Rêber Apo dît. Kelecanekê girt dilê min."
 
'Abdullah Ocalan rêxistina jinê esas digirt'
 
Şahayê di domandina axaftina xwe de qala hevdîtina xwe ya duyem a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir û wiha pê de çû: "Piştî hevdîtina yekem, careke din bi komekê re min xwe amade kir ku ez rêberê xwe bibînim. Min dixwest vê carê cuda be, ez baş di fikir û felsefeya wî de kûr bibim. Dîsa li Şamê Rêber Apo ji me re civîn çêkir. Hertim di destpêkê de rêxistina jinê esas digirt û em dibirin qadên têkoşîn û berxwedanê. Mirov di wê civînê de nediwestiya, gotinên bi nirx, sekneke xurt û kelecana şoreşê dikeliya. Her kesî dixwest barê şoreşa doza kurd bigire ser milê xwe û di Kurdistaneke azad de bijî. Piştî wê civînê û heta roja me ya îro jî em wan perspektîvan ji xwe re esas digirin."
 
'Em ê di xeta têkoşînê de bi israr bin'
 
Şahayê bal kişand ser nîqaşên ku di civîna wan de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatine pêşxistin kir û wiha bi dawî kir: "Rêber Apo her tim di nava nîqaşên xwe de mînak didan, mînakên wî jî mirov hînî jiyana rast û azad dikir.  Rêber Apo digot 'Teyrê bi baskekî nikare bifire, lê dema ku teyr bi du baskan be, wê bikaribe li asîmanan bilind bibe'. Ev hemû şêwazên jiyana xwedîtêkoşîn bû ku pêwîst e jin jî cihê xwe di nava şoreşê de bigire. Rêber Apo bal kişand ser rêxistbûyina li dijî dijmin, ji bo wê di perspektîfên xwe de ev rojên ku em îro tê de dijîn danîn ber çavên me. Digot dê dijminên me pir bin. Gotinên Rêber Apo di mêjiyê me de hatine nexşandin, nayên jibîrkirin û me zarokên xwe jî li ser vî esasî perwerde kirine. Komploya ku li ser Rêber Apo hat meşandin, li dijî israra me ya ji bo domandina xeta têkoşîn û azadiyê ye."