ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 12 Sibat 2021
  • Rojev
*Şaha Hesarî ya ji Qamişloyê ye û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re maye da zanîn ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Gotinên Rêber Apo di mejiyê me de hatine nexşandin, nayên jibîrkirin û me zarokên xwe jî li ser vî esasî perwerde kirine. Komploya ku li ser Rêber Apo hat meşandin li dijî israra me ya ji bo domandina xeta têkoşîn û azadiyê ye." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ji Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin nêrîn û bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Em komploya navneteweyî mîna îxanetekê ya li ser Rêber Apo bi nav dikin. Rêber Apo wê azad bibe û em ê şahiya serkeftinê li derdora rêberê xwe bigirin." DÎMEN HEYE
 
*Henûf El-Hemûd ruxmî derfetên kêm ên jiyanê û xeteriya êrîşên dewleta tirk ên li ser Gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temira Kantona Hesekê terka gundê xwe nake. Henûfê wiha got:"Piştî dagirkeriya dewleta tirk barê me giran bû û gelek alozî rû dan. Lê dîsa em terka gundê xwe nakin. Strageha me axa me ye."DÎMEN HEYE
 
*Ezman çavên mirovatiyê ye. Şîn û spî bi hev re di nava xwe de dihewîne. Wek ewr û asîman, wek qêrîn û êş, wek gul û bilbil, wek can û rih
di nava vê jiyana bi hev re de çîrokekê dest pê kiriye. Hebû tunebû çûkek bi navê Ferîde hebû. Çûka bi navê Ferîde li welatê çîrokan, geh li ser çiyan geh li nava çiyan difire.  Çûka bi navê Ferîde ber bi azadiyê ve difire. Dengê wê keyfê dide mirovan. Wexta dengê wê tê zarok bera dû wê didin. Lê nikarin bigîhîjin coşa wê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*Piştî komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dehan zarokên kurd name nivîsin. Di nameyan de hest, hesret û sozên ku zarokan dane Abdullah Ocalan cih digirin.
 
* Aktivîstên TJA'yê der barê xebatên kampanyaya "Em xwe diparêzin" de axivîn û anîn ziman ku ew kampanyaya xwe di çarçoveya grevên birçîbûnê de didomînin.  DÎMEN HEYE
 
*Dayika girtiyê bi navê Mehmet Çelîk Zeynep Çelîk bal kişand ser tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û got: “Kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek serok dibînin. Nedîtina mafê kurdan ne ahlaqiye û divê em deng bidin dengê girtiyan.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca derbarê polîtîkayên tecrîdê axivî û got: “Tiştên li Îmrali tên kirin îşkenca spî ye. Hemû kesên dixwazin tecrîdê bişkînin divê di 15’ê Sibatê de dengê xwe bilind bikin.” Ayşe Surucu jî got divê tecrîd bê kişandin û jiyanek bi aram bê avakirin. DÎMEN HEYE
 
* Şaziye Kose da zanîn ku bi pandemiyê re betaliya jinan zêde bûye û got polîtîkayên desthilatariyê yên jina makul jî raste rast bi xizaniyê jinê bi bandor dike. DÎMEN HEYE
 
*Endama Radyoya Sewt El-Heyat Rîma El-Ferho, bi boneya Roja Radyoyê ya Cîhanî teqez kir ku radyo di avakirina civakeke wekhev û azad de xwedî roleke pir girîng e  û got:"Em ê bi dengê xwe qêrîna civakê ragihînin." DÎMEN HEYE
 
*Divê bê diyarkirin ku; bi terza gerdûnî yan jî monîst nêzîk bibin û bêyî ji nêzîkatiyên pozîvîst xilas bibin, şîroveya xet- rast a dîrokî bê rakirin û qefesa ji hesin bê şikandin, derketineke paradîgmal, pêkan e xeyaleke rastîn’ ya bûye jiyan a li Rojava. Ev yekbûna paradîgmal, di xebatên Abdullah Ocalan de xwe daye der. Di rastiya serdema şaristaniya demokratîk a Abdullah Ocalan de ku wek ‘dema gelan’ bi nav kiriye de demokrasî wek vegera kokên xweza-komunal dikare bê destgirtin. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên di ser PDK'ê re ku dike û diyar kir ku Gelê Kurd bersiva xwe daye lê îqtîdar naxwaze bibihîze. DÎMEN HEYE
 
*Li Şehbayê li dijî êriş û komploya navneteweyî dê meş bê lidarxistin. (11.00)
 
*Dê ciwan li Qamişloyê pêşangeha têkildarî 15'ê Sibatê li dar bixin. (11.00)