Ciwanên Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 08:46 12 Sibat 2021
  • Rojane
ŞEHBA -Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Efrînê bi çalakiya maşineyan êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê şermezar kirin.
 
Dewleta tirk di 10'ê Sibatê de bi balafir û bejahî êrîşî herêmên parastina medyayê kirin. Bi armaca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Şoreşger ên Efrînê çalakiya maşîneyan li dar xistin. Bi sedan ciwanên şoreşger tevlî çalakiyê bûn. Her wiha di çalakiyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alê Ciwanên Şoreşger hatibû hildan. Çalakî li navçeya Şêrewa dest pê kir û bi konvoya maşineyan li gundê Aqibê, Ziyaretê Xirapkê heta gundê Bênê dewam kir. 
 
Piştî çalakiya maşîneyan, li gundê Bênê li ser navê Ciwanên Şoreşger Dilsoz Efrîn axivî. Dilsoz êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê şermezar kir û got: "Dewleta tirk bi armanca qirkirina Gelê Kurd êrîşî şervanên me kir, lê em dibêjin armanca wan a dagirkeriyê pêk nayê. Em wek Ciwanên Şoreşger herdemê zêdetir amade ne ku pişt şervanên xwe bin û xaka xwe biparêzin. Îro li seranserî çiyayên Kurdistanê şerekî pir dijwar dest pê kiriye, em piştgiriyê didin şervanên xwe yên azadiyê û berxwedana wan silav dikin. Em ji dijmin re dibêjin şervan gel e, gel jî şervan in. PDK îro li ber çavê hemû kurdan hevkariya dewleta tirk dike. Em ji mala Berzanî re dibêjin bes e, êdî destê xwe ji îxanetê bikşîne. Kurd ne perçe ye, kurd yek e, ji bo wê divê PDK xeta xwe zelal bike."
 
Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana şervanan" bi dawî bû.