Ji rêxistina AKP’ê ya Dêrikê 9 jinan bi îdaya destdirêjiyê îstifa kir

  • 17:10 11 Sibat 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Tê îdakirin ku hevserokê  AKP’ê yê  Dêrikê S.K. û birayê wî yê di rêxistina AKP’ê de cih digire A.K.,  destdirêjiî li dijî 9 jinên xebatkarên rêxistina AKP’ê ne kirine. Li ser vê bûyerê 9 jin bi awayekî komî ji AKP’ê îstifa kirine.
 
Tê îdakirin ku hevserokê AKP’ê  S.K.  û birayê wî yê bi navê A.K. ku ew jî di rêxistina AKP’ê de cih digire, 9 jinên xebatkarên partiyê ne îstismar kirine. Jinên ku bi awayekî fîzikî û bi riya telefonê rastî destdirêjiya van mêran hatine bi awayekî komî ji partiyê îstifa kirine.
 
Li gorî agahiyên me ji welatiyên navçeyê girtine ew jin ji ber ku rastî destdirêjiya wan mêran hatine îstifa kirine.