Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em bi têkoşîna bi hev re azad dibin

  • 16:27 11 Sibat 2021
  • Rojane
 
DÊRSIM - Meclîsa Jinan a Dersimê ya HDP’ê, têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daye destpêkirin û di roja 77’an de didome de li pêş avahiya partiya xwe daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo jinên girtî edalet, li dijî qirqirina girtiyên siyasî destpêkê edalet” vekir. Di daxuyaniyê de Hevseroka Bajêr a HDP’ê Nûrşat Yeşîl axivî.
 
'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
 
Nûrşat, diyar kir ku siyasetmedarên ku pergala hevserokatiyê diparastin li girtîgehan tên tecrîdkirin û wiha got: “Hêj çalakiya grevê nehatiya asteke krîtîk û çalakî ne vegeriyane çalakiya bêdem û bêdorveger û rojiya mirinê divê xwestekên girtiyan bên qebûlkirin. Ji bo ku gel, jin, ciwan û karker bêhnê bistînin divê demildest tecrîd bê rakirin. Em jin ji vir bang dikin; daxwaza girtiyên di çalakiya grevê de daxwaza me ye jî.”
 
'Em bi têkoşîna bi hev re azad dibin'
 
Nûrşat, da zanîn ku ji polîtîkayên bloka AKP’ê û MHP’ê yên jinan û gelên Tirkiyeyê mehkumî pergala tecrîdê ya serweriya mêr dikin re îtîraz dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo azadiya hemû hevrêyên me yên jin ên hilbijartî, parastina mafê jiyanê, azadiya jinên girtî yên mafê xweparastinê bi kar anîn, desteserkirina mafê li girtîgehan ku ji holê bên rakirin qasek be jî em ji têkoşîna xwe paşve gavê navêjin. Jin bi piştevaniyê bihêz dibe, em bi têkoşîna bi hev re azad dibin.”