Li seranserê Rojava êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin

  • 15:24 11 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê, li seranserê Rojavayê Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin.
 
Dewleta tirk ji duh de bi rengekî tund êrîşî herêmên parastina medyayê dike. Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, li bajarê Şehba, Hesekê, Kobanê, Heleb û navçeya Til Temirê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Gelê herêmê bi tevlîbûneke xurt tevlî çalakiyan bûn û helwestên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk nîşan dan.
 
Şêniyên Efrîn û Şehbayê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
 
Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi pêşengtiya Meclîsa Wargeha Serdemê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li dijî qadên parastina medyayê şermezar kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Dilê Efrînê li Garê lêdide", "Serfirazî para xeta berxwedanê ye", "Binketin û teslîmkarî para xeta îxanetê ye", "Bimre îxanet û teslîmkarî bijî vîna azadîxwazan" û "Li hember berxwedanê xeta îxanetê têk çû" hatibû hildan. Meş li wargeha Serdemê dest pê kir, heta meclîsa wargeha Serdemê dewam kir.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa Wargeha Serdemê Ferîd Oso êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên parastina medyayê şermezar kir û got: "Em berxwedana şervanên azadiyê pîroz dikin. Bi hevkariya dewleta tirk û PDK'ê êrîşî herêmên parastina medyayê kirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û em dibêjin îxanet bi ser nakeve."
 
Endama Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a wargeha Serdemê Hurî Mistefa diyar kir ku PDK'ê cardin rûyê xwe yê rast yê îxanetê diyar kir û got: "PDK'ê cardin rûyê xwe yê rast nîşan da û hevkariya xwe bi Tirkiyeyê re bi êrîşkirina herêma Garê nîşan da. Lê em jî dibêjin xeta berxwedanê ji xeta îxanetê bi hêztir e û em ê bi yekîtiya gelan êrîşan têk bibin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Garê" bi dawî bû.
 
Şêniyên Kobanê li dijî êrîşên li ser herêma Garê meşiyan
 
Dewleta tirk bi balafirên şer û êrîşên bejahî ev du roj in qadên Parastina Medya herêma Garê yên bi ser Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Di vê çaroveyê de bi sedan ji şêniyên Kantona Kobanê, partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger li qada Jina Azad kom bûn û bi dirûşma "Bimre dagirkeriya dewleta tirk û îxaneta mala Berzanî, bijî berxwedana gêrîla" meşek girseyî li dar xistin. Çalakvanan alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, YJC, Tevgera Ciwanên Şoreşger û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin.
 
Meşê bi berzkirina dirûşmên "Bimre îxanet" û "Bijî berxwedana gerîla" ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve herikî û rawestiye. Piştre ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin.
 
Paşê Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Êto axivî.
 
'Divê em kongreya neteweyî li dar bixin'
 
Musetefa bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî dagirkerî û êrîşan serî hildin û wiha pê de çû: "Êrîşên dewleta tirk ne tesaduf in û bingeha wê ya dîrokî heye. Em di meha sibatê de ne, di meha ku di sala 1999'an de komploya li ser Rêber Apo pêk hat. Ji ber vê ev êrîş tên wateya domandina komploya navneteweyî. Di roja îro de hebûn û tunebûna Gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê ye. Ji lewra dema em behsa herêma Garê dikin, em behsa zarokên ji Kobanê, Efrîn, Kerkûk, Hewlêr, Amed, Botan û Mehabadê yên ku niha li wir şerê li dijî dagirkeriyê dikin. Di destên me de tevahî derfetên avakirina yekîtiya Kurdî heye, ji ber vê em bang li tevahî alî, partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku em kongreya neteweyî li darxin da ku em destkeftî û hebûna xwe biparêzin." 
 
Her wiha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) daxuyanî da çapemeniyê.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Dewleta tirk politîkayên bikaranîna xayînan pêk tîne da êrîşî destkeftiyên gelê kurd bike. Di roja îro de dewleta tirk ji baregehên xwe yên leşkerî ku li Başûrê Kurdistanê ne êrîşî herêma Garê dike. Mixabin ku amadekariyên vê êrîşê di navbera hêzên Tirkiyeyê yên faşîst û hêzên malbata Berzanî hatine kirin. Divê malbata Berzanî ji bîr nekin ku kesên îro hevkariya wan dikin, dapîr û bapîrên me qetil kirin, komkujiyên herî hovane pêk anîn û dewleta tirk ne tenê aliyekî kurdî hedef digire, berovajî ew hebûna tevahî kurdan armanc digire. Li ser vê bingehê em weke partiyên siyasî yên li herêma Firatê, sazî û rêxistinên wê, êrîşên dewleta tirk yên li ser Kurdistanê û bi taybet Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em hevkarî û îxanetê jî şermezar dikin. Em hevgirtin û piştgiriya xwe ya bi xeta berxwedana şervanan radigihînin, ji ber ku şervanan bangawaziya ji bo Kobanê û Şengalê bi cih anîn."
 
Meş bi dirûşma "Bimre îxanet" û"Bijî berxwedana Garê" bi dawî bû.
 
Şêniyên Hesekê: Êrîşên li ser Garê berdewamiya komployê ne
 
Îro şêniyên bajarê Hesekê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Garê daxuyanî dan. Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD  di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî li bin konê çalakiyan ê ku bi armanca şermezarkirina roja 15 sibatê ku li taxa Nasira hatibû vedan, hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê  Endama Koordînasyona Kongreya Star Evîn Paşo ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di çarçoveya plana qirkirina civakê de, yek ji aliyên her dem pêşengî ji bo van pilanan kiriye, dewleta tirk e û di dîrokê de jî Osmanî bûne. Ji bo tunekirina civaka li Başûrê Kurdistanê dewleta tirk pilanek din a qirêj da meşadin. Bi êrişa li ser herêma Garê ev pilan zelaltir dibe ku dewleta tirk bi destekdayîna hin aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, axa Kurdan ji destên wan derxe. Bêdengiya hikûmeta herêmê li hember pilanên dewleta tirk îxanet e. Pêwist e Pêşmergeyên kevin ên ku qirkrina gelê xwe qebûl nedikirin îro rabin ser piyan û li dijî pilanên ku tên meşandin helwesta xwe nîşan bidin. Êrîşên li ser Garê berdewamiya komploya êrîşên li ser Şengalê ye, ku wê demê bi destê çeteyên DAIŞ’ê û îro jî dewleta Tirk bi rûyê xwe yê eşkere êrîşî Garê dike. Yekrêziya kurdan di vê qonaxê de pir girîng e, lê bêdengiya hikûmeta herêmê tê wateya ku yekrêziya kurdan red dikin û li dijî gelên xwe bi dijmin re pilanan çêdikin. Em êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikûmeta herêmê ya Başûrê Kurdistanê şermezar dikin û bang li kesên azadîxwaz dikin ku li Başûrê Kurdistanê li hember pilanên qirkirinê derkevin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.
 
Şêniyên Til Temirê êrîşên li ser Garê şemrezar kirin
 
Du roj in dewleta tirk, ji axa Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşên xwe yên hewayî û bejahî yên li ser Herêmên Parastina Medyayê (Garê) kirine. Li hember vê yekê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabûn ser piyan û seferberî îlan kirin. Bi heman armancê îro bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, şêniyên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê meşek li dar xistin. Meşa ku ji saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, li ber navenda ciwanan rawestiya. 
 
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Semer El-Ebdullah daxuyaniyek da û ev yek  anî ziman: "Em bi tundî êrîşên li ser herêma Garê şermezar dikin. Diyar e ku dewleta tirk ji bîr kiriye ku çi li Heftanînê li ser wê hat û çawa li hember şervanan hate şikandin. Armanca êrîşan di asta yekemîn de dagirkirî û parçekirin e, ji lewra êrîşên ku îro li ser Garê tê kirin, di heman wextê de jî bandora wê li ser parçeyên din yên Kurdistanê dikin. Ji lewra pêwîst e ku Gelê Kurd li hember vê dagirkeriyê li berxwe bidin û asta têkoşînê mezin bikin."
 
Meş bi dirûşma "Bijî Berxwedana Garê" bi dawî bû.
 
Şêniyên Helebê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
 
Partiya Yekîtiya Demokratîk a bajarê Helebê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser parastina medyayê meşek girseyî bi tevlîbûna bi sedan şêniyên taxê endam û saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a ku dikeve taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir û heta pêşiya navenda meclîsa taxa şerqî dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abullah Ocalan, alên PYD’ê û pankartên bi nivîsa "Ji mafê me ye ku em jiyan bikin" hatibû hildan.
 
Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Rêveberiyê Partiya Yekîtiya Demokratîk Bediran Hemo êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Em bi tundî êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên parastina medyayê şermezar dikin. Roja ku tevgera azadiya Kurdistanê hatiye avakirin, dewleta tirk ji bo qirkirina kurdan êrîş dike û heta roja îro jî bi hevkariya xwe êrîşên xwe dom dike. PDK îro hevkariya dewleta tirk dike û cardin xeta îxanetê li hember Gelê Kurd dubare dike. Banga me ji gelê başûr e heye ku xwedî li deverên xwe derbikevin û dewleta tirk ji axa xwe derxînin."
 
Meş bi dirûşma "Bimre îxanet" bi dawî bû.