Li Mexmurê kampanyaya ‘Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan’

  • 14:01 11 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMUR - Di 20’ê îlona 2020’î de Pêngava kampanya ‘Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ ji aliyê rewşenbîrên Misrê ve hatibû destpêkirin. Li Mexmûrê jî rewşenbîran ji bo piştgiriya vê pêngavê di 16’ê Çileyê de kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin. Kampanya hat destpêkirin berdewam dike. 
 
Pêngava kampanya ‘Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ ku ji aliyê rewşenbîrên Misrê ve di 20’ê îlona 2020’an de dabûn dest pê kirin, li gelek welatên Rojhilata Navîn û Avrupayê berdewam dike. Li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) jî rewşenbîran ji bo piştgiriya vê pêngavê di 16’ê çileyê de dest bi kampanya îmzeyan kirin. Kampanya hat destpêkirinwê heta salvegera komploya navneteweyî 15’ê Sibatê berdewam bike. 
 
Hevşaredara Mexmûrê (Parêzer) Rojîn Benek di derbarê kampanyayê de axivî û got: ‘’Weke tê zanîn beriya niha li Misir û Bakurê Afrîkayê ji bo azadiya Rêbertî kampanyayek îmzeyan hat dest pê kirin. Kampanya hat destpêkirin berdewam dike. Em jî weke rewşenbîrên Mexmûrê, ji bo piştgiriyê bidn vê pêngavê me îmze da. Bi rastî jî dema mirov li dîrokê mêze dike, giringiyek taybet ya vê şêweya çalakiyê heye. Ji ber ku cara yekem li Bakurê Afrîka ji bo azadiya Serokkomarê berê yê Afrîka Nelson Mandela kampanya îmzeyan hatibû dest pêkirin û serkeftî bi encam bibû. Niha jî ji bo Rêber Apo ev pêngav tê meşandin û em weke rewşenbîrên wargehê piştgiriya xwe tînin ziman.’’
 
Rojîn Kara di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya mirovahiyê kir û got: ‘’Divê her ferdek guh bide wijdanê xwe û li vê erka xwe ya mirovî xwedî derkeve.’’
 
'Em dixwazin rêberê me di nav gel de be'
 
Mamoste Bêrîtan Gever jî di derbarê armanca xwe ya tevlîbuna kampanyayê de wiha got: ‘’Ez weke mamosteyek li Mexmurê piştgiriyê didim kampanya ku li Bakurê Afrîka û Misrê ji bo azadiya Rêber Apo hatî destpêkirin. Ji ber ku em êdî dixwazin Rêberê xwe di nava gelê xwe de bibînin. Ez li Mexmurê bang li tevahiya jinên kurd dikim ku tevlî vê pêngavê bibin.’’