Li Mexmûrê çalakiya grevê bi koma 28'emîn berdewam dike

  • 11:09 11 Sibat 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar hat destpêkirin, bi koma 28’emîn dewam dike. 
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di 27'ê Mijdara 2020'î de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê ku di 18’ê Kanûnê de dest pê kir bi koma 28’emîn dewam dike.
 
Çalakvan Sorgul Seven derbarê çalakiya greva birçîbûnê de ji ajansa me re wiha got: “Di serî de tevahî çalakiyên greva birçîbûnê yên ku li Kurdistanê û li derveyî welat hatine destpêkirin silav dikim. Min jî weke jineke ciwan ya wargeha penaberan aMexmûrê xwest cihê xwe di nava vê çalakiyê de bigirim.  Weke Gelê Kurd û tevahî gelên bindest êdî pêwîste em çalakiyên xwe hîn xurtir bikin û heta ku em serkeftinê bi dest nexin ji qadan danekevin. Ji bo azadiya Rêber Apo jî pêwîste em bi her awayî rêxistina xwe xurt bikin. Pêwîste em weke jinên ciwan di nava pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin. Li ser vî esasî jî pêwîst e her jineke ciwan û bi tevahî gelê me di çalakiyan de bin. Fikir û felsefeya Rêber Apo wê ji bo kurdan û tevahî gelên cîhanê bibe riya azadiyê nîşan bide. Em ê weke jinên ciwan her tim di riya ku Rêbertiya me ji bo me diyar kiriye de bimeşin.”
 
‘Kesek nikare roja me tarî bike’
 
Çalakvan Selma Bozan jî wiha nêrîna xwe anî ziman: “Hêzên hegemon ev komploya 15’ê sibatê ku li ser Rêber Apo dane meşandin li her çar aliyên cîhanê weke kemînekê ji bo tevahî mirovahiyê danîne.  Ev kemîn jî ji bo tevahî gelên cîhanê  xeter e û heta niha jî ew xeterî dewam dike. Ji bo wê jî divê em kar û xebatên xwe berdewam bikin, bi taybetî em weke jinên ciwan pêwîst e bibin bersiv ji pêvajoya heyî re da ku em bikaribin tecrîda li ser Rêberê xwe têk bibin. Di roja me ya îro de me soz daye ku em bi hemu hizir û xebatên xwe hebûna xwe bi dest bixin. Her wiha êrîşên dagirkirinê li ser axa kurdan berdewam dikin. Pêwîst e em weke ciwan bi çalakiyên xwe û bi xurtkirina xebatên xwe hemu êrîşên heyî vala derbixînin. Ji bo wê jî divê em dengê xwe bilind bikin. Ji ber dema ku em dengê xwe bilind bikin wê kesek nikaribe roja me tarî bike.”