Girtiya dibêje 'şerdên min ên jiyanê ne baş e' sewqa xwe dixwaze

  • 09:10 11 Sibat 2021
  • Rojane
ENQERE - Girtiya bi navê Jiyan Ay a li Girtîgeha Jinê ya Buryana Qeyseriyê di hucreyê de bi tena serê xwe tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re wiha got:"Cezayê mueebetê yê li min hatiye birîn li vir hîn bêtir giran dikin. Li vir ji ber şerdên min ên jiyanê ne baş e ez sewqa dixwazim. Lê min sewq nakin û min li vir bi zorê dihêlin."
 
Çalakiyên grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK'î ji bo rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de dest pê kirin di roja 77'an de didome. Li girtîgehên veguherîne qada tecrîdê binpêkirina mafan her roj zêdetir dibin. Jiyan Ay a li Girtîgeha Jinê ya Buryana Qeyseriyê tê girtin bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re kir behsa binpêkirina mafên li girtîgehê kir. 
 
Ji 70 kesî yek jê Jiyanê ye
 
Di 26'ê Gulana 2016'an de di dema qedexeya derketina derve ya li Mêrdîn û Nisêbînê tevî 17 zarokî bi tevahî 70 kes ji aliyê Tevgera Taybet a Jendermeyê  (JOH) û Tevgera Taybet a Polîsan (POH) hatibûn binçavkirin. Jiyan Ay yek ji 70 kesên hatibû binçavkirin bû. Bi rojan îşkenceya giran lê hatibû kirin. Her wiha heqaret lê hatibû kirin û gef lê xwaribûn. 
 
Bi cezayê muebbetê yê giran hat darizandin
 
Jiyanê piştre hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Jiyanê bi idiaya "Xerakirina yekîtiya welat" li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi cezayê muebbetê hat darizandin. 
 
Cezayê wê hat erêkirin
 
Jiyanê di serdema 5 salên girtî de her hat sirgunkirin. Jiyanê ji Girtîgeha Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Panosa Agiriyê ji vir sirgunî Girtîgeha Jinê ya Buryana Qeyseriyê hat kirin. Cezayê Jiyanê yê muebbeta giran berî li Dadgeha Îstinafê dawiyê jî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin. 
 
Jiyana ev 2 sal in li Girtîgeha Bunyanê tê girtin demek e dirêj e li hucreyekê bi tena serê xwe tê girtin. Nexweşiyên astim, di dîtinê de kêmasî, bronşît bi Jiyanê re heye. Her wiha pirsgirêka alerjiyê jî pê re heye. Jiyanê bi binpêkirinên mafan rû bi rû tê hiştin. 
 
'Min bi zorê li vir digirin'
 
Jiyanê binpêkirina mafan wiha ji malbata xwe re ragihand:"Ev salek û nîv e li hucreyeke şerdên wê ne baş têm girtin. Li destava ku ez destên xwe lê dişom ez firaxê xwe jî lê dişom. Di paceya min de çît hene. Loma ez bê hewa dimînim û çavên min jî bi vî hawî wekî berê nabîne. Ev sal û nîveke tenê di rojê de hew saetekê dikarim derkevim hewşê. Li vir cezayê min ê muebbetê bi van şerdan hîn girantir dibe. Li vir ji ber şerdên dijwar dixwazim sewqa min ji vir bê rakirin. Lê ranakin. Min bi zorê li vir digirin. Wekî derve li vir jî dewlet dixwaze jinan bi hawekî din bikuje. Hevalên min ên din birin blokên cuda min jî di di blokeke cuda de dihêlin."
 
Xwişka Jiyanê Dîlan Ay jî da zanîn ku ew ê daxwaznameyê ji Wezareta Dadê û hemû cihên pêwist dikin re bişîne.