‘Em komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin’

  • 09:07 11 Sibat 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Di 22’emîn salvegera ku Rêberê PKK’ê bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê de, Dayikên Aştiyê nêrînên xwe vegotin.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployek navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Di 22’emîn salvegera komployê de Dayikên Meclîsa Aştiyê ya Geverê komplo şermezar kirin û tecrîd nirxandin.
 
‘Em tecrîdê şermezar dikin û qebûl nakin’
 
Dayika Aştiyê Emîne Engudar wiha got: “Abdullah Ocalan 22 sale tê tecrîdkirin. Tecrîd piştî pêvajoya çareseriyê girantir bû. Divê tecrîd rabe, şertên li girtîgehê bên başkirin. Tecrîd rabe wê aramî jî bê. Em tecrîdê şermezar dikin. Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hat girtin. Em Abdullah Ocalan wek Rêberê Gelê Kurd dibînin. 15’ê Sibatê roja reş e. Em lanet dikin. Ji bo hemû gelê kurd yê cîhanê roja reş e.”
 
Emîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatên Ewropa û Tirkiyeyê kir û got: “Em naxwazin ev tecrîd zêde bidome. Ji bo ev rojên tarî bi dawî bin divê Abdullah Ocalan bê berdan.”
 
'21 sal in di nav çar dîwaran de li berxwe dide'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gule Polat jî nêrînê xwe wiha anî ziman: “Abdullah Ocalan bi salane di nav çar dîwaran de li berxwe dide. Komploya navneteweyî ji bo me roja reş e. Di 1999’an de 15’ê Sibatê de Rêberê me bi komployekê hat girtin. Ji bo vegotina Rêberê me gotin têr nakin. Rêbertî ne tenê rêberê me yê hemû cîhanê ye. Fêm kirin ku wê cîhan xwedî li Ocalan derkevin, ji ber wê girtin. 21 sale li berxwe dide. 22 sale bê sûc tê girtin. Daxwaza me ev e ku demildest bê berdan.Bila êdî dayik negirîn. Bila zarokên kesî nemirin. Werin em bi hev re jiyanê xweşik bikin.”