'Divê pirsgirêka dorpeça li Şehbayê bê çareserkirin'

  • 09:06 11 Sibat 2021
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo teqez kir ku Rejîma Sûriyeyê bi gelek rêbazan hewil dide li gorî berjewendiyên xwe gel bi kar bîne û got: "Pergala ku îro Rejima Sûriyeyê li ser şêniyên Şehbayê dide meşandin, rastiya rejîmê ye. Her dixwaze serweriya xwe li ser gel bide meşandin."
 
Şêniyên Herêma Efrînê di 18'ê Adara 2018'an de koçberî Şehbayê bûn. Piştî koçberiyê ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve dorpeçek dijwar li ser şêniyên ku li Şehbayê dijîn tê meşandin. Şêniyên Şehbayê gelek zehemtî û astengiyên di aliyê tenduristî, pêdiviyên jiyanî û mazotê de dijîn. Bi hatina demsala zivistanê re riya bazirganiyê jî hate birîn. Têkildarî mijarê Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî.
 
'Bi hatina demsala zivistanê re dorpêç dijwar bû'
 
Şîrazê bal kişand ser dorpeçê û wiha pê de çû: "Ji roja ku Efrîn hatiye dagirkirin, heta niha Rejîma Sûriyeyê li ser me dorpeçek dayniye.  Bi hatina demsala zivistanê re ev dorpêç dijwar bû û rêya bazirganiyê hate birîn. Her wiha Rejîma Sûriyeyê mehek sax mazot li ser şêniyan birî. Lê belê şêniyan ev dorpeçê qebûl nekirin û nerazîbûnên xwe bi rêya çalakiyan raber kir. Piştî çalakiyan du rojî dorpêç sist kirin, lê piştî wê carek din dorpeç dijwartir kirin."
 
'Rejîma Sûriyeyê dixwaze gel li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne'
 
Şîrazê diyar ku ku Rejîma Sûriyeyê hewil dide bi rêya dorpêçê gel bi kar bîne û wiha domand: "Dema Rejîma Sûriyeyê riyan vedike jî dixwaze gel li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne. Dema rê tê vekirin bazirgan diçin kel û pelên xwe tînin, lê seytereyên Rejimê rêjeyek bilind ji bazirganan digire. Pergala ku îro Rejima Sûriyeyê li ser şêniyên Şehbayê dide meşandin, rastiya wan e û her dixwaze serweriya xwe li ser gel bide meşandin. Her wiha şêniyên Efrînê jî koçberî Şehbayê bûne, li aliyekî dorpêç, li aliyekî din jî êrîşên dewleta tirk berdewam dike. Dibe Efrîn hatibe dagirkirin, lê belê heta roja îro jî şêniyên Efrînê rastî êrîşên dijwar tên."
 
'Divê pirsgirêka dorpeça li Şehbayê bê çareserkirin'
 
Şîrazê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî cîhanê kir û got: "Banga me ji tevahî cîhanê re heye ku rewşa gelê koçber ji ber çavan derbas bikin û pêdiviyên wan pêk bînin. Divê di derbarê mijarê de çareseriyek were dîtîn û gel li gor derfetên xwe bijîn. Ruxmê hemû şert û mercên zehmet şêniyên Efrînê li Şehbayê berxwedana xwe dom dikin."