'Armanca komployê vala derket'

  • 09:03 11 Sibat 2021
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ -  Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsif, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand. Felekê wiha got: "CPT di domandina komployê de hevkar e. Ji ber vê heger tê xwestin ku mirovahî  ji desthilatdarî, serdestî û koletiyê xilas bibe, her wiha bi rengekî azad, wekhev û demokratîk bê jiyîn, divê xwedî li Rêber Apo bê derketin."
 
Di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Ev komplo 22 sal in li Girava Îmraliyê didome, her wiha tecrîdeke girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Di encama tecrîdê de hevdîtinên bi malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Têkildarî mijarê Endama Meclîsa Edaleta Jinê ya Herêma Firatê Felek Yûsif nirxandin kir û ji me re parve kir. 
 
'Armanca komployê vala derket'
 
Felekê di destpêka axaftina xwe de komploya 1999'an wiha nirxand:"Komploya navneteweyî di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelên cîhanê hat kirin. Hêzên hegemonîk li dijî gelên ku bi pêşengiya Rêber Apo û Gelê Kurd hişyar dibûn, rastiya xwe nas kirin û dest bi daxwaziya azadiyê dikirin, xwestin bi riya komployê şoreşa azadiyê tune bikin. Piştî 22 salan a komployê ku heta vê kêliyê jî didome, ji hêzên komploger re hate îsbatkirin ku felsefeya azadiyê belav bûye. Di dirêjahiya 22 salan de birdoziya Rêber Apo kûrtir bû, dostên Gelê Kurd û hezkiriyên azadiyê jî zêdetir bûn. Ji ber vê armanca komployê vala derket."
 
'Dixwazin berhemên bîrdoziya Rêber Apo tune bikin'
 
Felekê diyar kir ku êrîşên li ser seranserî Kurdistanê domandina komployê ye û wiha pê de çû: "Li rex tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, xwesteka hêzên desthilatdar ew e ku di navbera gelan û Rêber Apo de qutkirinê bidin avakirin. Êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a bi taybet li ser herêmên kurdan bi erêkirina hêzên hegemonîk  jî, dodome. Her wiha hedefgirtin û dîlgirtina kesên pêşeng ku bi doza azadiyê bang dikin û felsefeya Rêber Apo bingeha têkoşîna xwe digirin didome. Hêzên ku li Rojhilata Navîn serdest in bi hemû rê û rêbazan dixwazin şoreşa gelan bêdeng bikin. Ji ber vê mirov dikare van kiryaran weke domandina komployê binirxîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina pergala Rêveberiya Xweser, rêbaza hevserokatiyê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinê bi ser ket, çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Apo digire."
 
'Pêkanîna birdoziya Rêber Apo valaderxistina komployê ye'
 
Felekê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Hêzên serdest bi hemû cureyan hewil dan ku şoreşa me têk bibin, ji ber vê me dît ku di destpêkê de bi êrîşên çeteyên DAIŞ'ê re, piştre bi dagirkeriya dewleta tirk û niha jî bi lihevkirinên navneteweyî  re dixwazin komployê bi ser bixin. Lê me weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din armanca van hêzan vala derxist. Me bi yekîtî, pergal û hevgirtina xwe bersiv da hemû hêzên ku dixwazin şoreşa me bi bin bixin. Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi reng, ziman û çanda xwe ya resen li ser axekê dijîn, pêkanîna van mijaran tê wateya piratîkirina perspektîf û felsefeya Rêber Apo. Li ser vê bingehê em dibêjin ku rastî neyê veşartin û ronahî jî nayê vemirandin. Felsefeya Rêber Apo rastiya jiyan û gerdûnê radixe ber çavan."
 
'CPT di domandina komployê de hevkar e'
 
Felekê saziyên mafên mirovan û bi taybet CPT rexne kir û ev tişt got: "Em berxwedana hevalên me yên li û Bakurê Kurdistanê û zindanên Tirkiyeyê di grevên berxwedanê de silav dikin. Her wiha em tevahî sazî û rêxistinên mafên mirovan û bi taybet jî CPT'yê rexne dikin. Ev sazî di van 22 salan de bi erka xwe ranebûn, bi hezaran xwestek, bangewazî, çalakî û rapor ji bo CPT'yê hatin pêkêşkirin da ku li gor rêziknameya xwe bi erka xwe rabe. Lê me tu helwestên CPT'yê yên berbiçav nedîtin. Di meha borî de CPT'yê serdana zindanên tirkiyeyê kir, lê serdana Grava Îmraliyê nekir. Nêzîkatiyên bi vî rengî hevkariya CPT'yê ya di komployê de diyar dike, her wiha nesekinandina li ser erka xwe jî nîşan dide."
 
'Şoreşa me bi bingeha xwe ya rast heye' 
 
Felekê di dawiya axaftina xwe banga mirovahiyê ya xwedîderketina li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha bi dawî kir: "Peyama me ya di salvegera komploya navneteweyî de ev e, şoreşa me bi bingeha xwe ya rast heye û xizmeta tevahî mirovahiyê dike. Ev yek jî di berxwedana Kobanê de hat teqezkirin ku bi saya serkeftina Kobanê cîhan ji terora DAIŞ'ê rizgar bû. Ji ber vê divê tevahî cîhan xwe deyndarê vê berxwedanê bibînin. Heger mirovahî dixwaze ji desthilatdarî, nîjadperestî û tarîtiyê rizgar bibe, heger dixweze bi aramî, azadî û wekheviyê bijî, heger mirovahî dixwaze serdest û bindest tune bibin, divê em destên xwe bikin yek û Rêber Apo azad bikin."