'Destûra ji bo qenalên tirkî tê dayin ji bo Ronahî TV'yê nayê dayin'

  • 09:01 11 Sibat 2021
  • Rojane
Fîdan Abdullah 
 
ŞEHBA - Rojnamevanên Jin ên Herêma Efrînê nêzîkatiya Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ya têkildarî vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya li Başûr şermezar kirin û wiha gotin:"Destûra ji bo qenalên tirkî ya li Başûrê Kurdistanê tê dayin ji bo Ronahî TV'yê nayê dayin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin."
 
Ji destpêka Cotmeha 2020'an ve ji bo vekirina buroya televizyona Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz hat kirin. Lê belê ev daxwaz heta niha nehatiye qebûlkirin. Redkirina vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya li herêma Kurdistanê gelek nakokî di qada ragihandinê de çêkir. Têkildarî mijarê Rojnemevanên Jin ên Herêma Efrînê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
 
'Nêzîkatiya hikûmeta Başûr wekî ya Tirkiyeyê ye'
 
Nûçegihana JIN TV'yê ya Herêma Efrînê Tolîn Hesen di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku nêzîkatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya têkildarî vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê heman nêzîkatiya dewleta tirk dide nîşandan û wiha pê de çû:"Neqebûlkirina vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya di herêmeke kurdî de heman nêzîkatiya dewleta tirk dide nîşandan. Pêwist bû hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li qenala ku bûye dengvedana Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, derketiba. Şerm e ku roja îro hikûmeta Îraqê îcazeya vekirina qenalê bide û li kêleka wê hikûmeta Herêma Kurdistanê dereng bixe. Ev neqebûlkirin tê weteya ku îro PDK metirsiyek wê ji vekirina televizyonê heye ku dengê gelên Başûrê Kurdistanê derbixe û aloziyên ku tên jiyîn ragihîne."
 
'Destûra ji bo qenalên tirkî tê dayin ji bo Ronahî TV'yê nayê dayin'
 
Tolînê destnîşan kir ku li Başûrê Kurdistanê qenalên Tirkiyeyê bi rehetî xebatên xwe didin meşandin û wiha gotina xwe domand: "Di dema ku pêwîst e ji bo pêkanîna diyalogên yekîtiya kurdan em hevgirtina hevdu bikin PDK pirsgirêkan ava dike. Em dixwazin çanda kurdewariyê bigihînin hevdu. Bi dehan qenalên dîtir di Başûrê Kurdistanê de dixebitin bê ku PDK tu astengiyan ji wan re derbixe, lê dema mijar dibe kurd, heta mirovê kurd dijminatiyê dike. Qenalên tirkî li Başûrî Kurdistanê xebatên xwe bi rehetî dimeşînin. Destûra ji bo qenalên tirkî tê dayin ji bo Ronahî TV'yê nayê dayin. Ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Pêwîst e komîteyên eleqedar di demeke kurt de lêvegerînekê bike û erêkirinê ji bo îcazeyê vekirina televizyona Ronahî TV'yê bê dayin." 
 
'Di Rojavayî Kurdistanê de azadiya çepemeniyê heye'
 
Tolînê behsa rewşa xebatên dezgehên ragihandinê yên li Rojavayê Kurdistanê kir û wiha bi dawî kir: "Weke ku li Rojavayê Kurdistanê hemû dezgehên ragihandinê dikarin pir rehet kar bikin, divê li Başûrê Kurdistanê jî heman derfet ji bo ragihandinê bê dayîn. Em rojnamevan bang dikin ku erêkirin ji bo vekirina qenala Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê bê dayîn û hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya pêwîst pêşkeş bike."
 
'Divê PDK li gorî berjewendiyên Gelê Kurd tev bigere'
 
Nûçegihana Stêrk TV'yê ya Herêma Efrînê Lîlav Dedo nêzîkatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hember vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê şermezar kir û wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê red dike, lê derfetên mezin ji bo xebatên qenalên dîtir mîna TRT a tirkî ava dike û bêyî ku rastî tu astengiyan ên ji hêla PDK'ê werin bi rehetî tev digerin. Ronahî TV dengê gelên kurd ên li cîhanê ye. Banga me ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye ku xwedî helwesteke rast be, da ku karibe li gorî berjewendiyên Gelê Kurd tev bigere."