'Em ê têkoşîna têkbirina komployê bidomînin'

  • 13:15 10 Sibat 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiya li dijî komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn, teqez kirin ku ew ê têkoşîna têkbirina komployê bidomînin.
 
Çalakiya Tevgra Ciwanên Şoreşger a bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî  ya li ser Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî, faşîzmê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin" didome. Di roja duyemîn a konê çalakiyê de şêniyên navçeya Şêranê, sazî û rêxistinên wê serdana kon kirin. 
 
Jinên ciwan ên ku beşdarî çalakiyê bûn, ji ajansa me re nêrîna xwe anîn ziman.
 
'Rêber Apo pira ber bi azadiyê ve ye'
 
Jina ciwan Perwîn Xelîl behsa çalakiyên ciwanan yên ji bo 15'ê Sibatê kir û wiha got: "Me bi saya têkoşîna Rêber Apo rastiya xwe nas kir. Felsefeya Rêber Apo pira ber bi azadiyê ve ye, ji ber vê dewletên navneteweyî komployeke bi vî rengî çêkirin, da ku riya ber bi azadiyê  ve hilweşînin. Weke jinên ciwan em ê ji bo şikandina tecrîdê û jiyana bi Rêber Apo re, têkoşêna xwe bidomînin. Li ser vê bingehê me weke ciwanên Herêma Firatê kon vedaye, her wiha em ê meşa dirêj jî li dar bixin."
 
'Divê em layîqî baweriya Rêber Apo bin'
 
Endama Koordînansyona Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Dîlber Yûsif bang li jinên ciwan kir ku tevlî çalakiyan bibin û ev tişt got: "Rêber Apo dibêje me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê jî bi ser kevin. Em weke jinên ciwan ji bo ku layîqî baweriya Rêber Apo bin, em ê bê navber têkoşîna pêkanîna perspektîfên wî bikin. Em îro ji Kobanê jî bang li tevahî ciwanan dikin ku xwedî li Rêber Apo derkevin û em bi yek hêzê komployê têk bibin."