'15'ê Sibatê ji bo gelê azadîxwaz rojek reş e'

  • 12:54 10 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞEHBA - Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê şermezar kir. 
 
Di salvegera 22'yan a komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin de, Meclîsa Jina Azad a Şehbayê bi tevlîbûna hemû endam û Rêveberên Meclîs, Mala Jinê li navçeya Fafînê li Şehbayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Meclîsa Jina Azad a Şehbayê û pirtûkên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyên Endama Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Ufê Bekir ve hate xwendin. 
 
'15'ê Sibatê rojek reş e'
 
Meclîsa Jina Azad a Şehbayê di destpêka daxuyaniyê de komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir û got: "Roja 15'ê Sibatê ji bo gelên azadîxwaz rojek reş e. Di vê roja reş de Rêber Apo bi komployek navneteweyî hate dîlgirtin. Armanca vê komployê ew bû ku fikir û felsefeya Rêber Apo ji gel qut bikin û çareserî li Rojhilata Navîn pêş nekeve. Ev komplo heta niha di şexê Rêber Apo de li ser gelê Rojhilata Navîn bi şêwazên cur bi cur dewam dike. Lê ev komplo bi berxwedana Rêber Apo ku di Girava Îmraliyê de dide meşandin têk çû. Rêber Apo Girava Îmraliyê veguherand cihê aştî û belavkirina fikrê demokrasiyê."
 
'Em ê projeya netewa demokratîk esas bigirin'
 
Meclîsa Jina Azad a Şehbayê di dawiya daxuyaniyê de bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku dawî li siyaseta qirker a Tirkiyeyê bînin û wiha bi dawî kir: "Ev komplo ji bo tunekirina gelê Kurd hatiye destpêkirin. Lê Gelê Kurd tune nebû û her ku çû mezin bû. Niha erka hemû gelê Rojhilata Navîn e ku Projeya Netewa Demokratîk û rizgarkirina Rêber Apo esas bigirin. Em herî dawî bang li civatên navneteweyî û Rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku dawî li siyaseta qirker a Tirkiyeyê bînin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.