Berteka li dijî berdana çawişê pispor: Daraz mêr diparêze

  • 09:53 10 Sibat 2021
  • Rojane
 
 
AMED - Jinên bertek nîşanî berdana Çawişê Pispor Aslan A. ê ku li Şirnexê êrişa zayendî li zarokekê kir, dan wiha gotin:"Bersûc hêza xwe ji dewletê digirin. Niha daraz mêr diparêze."
 
Li sîteyeke li navenda Şirnexê di 14'ê Tîrmeha 2020'î de çawişê pispor Aslan A. ê li 1'emîn Tugaya Komandoya Jandarmayê dixebite êrişa zayendî li zarokekê kiribû û piştre ji aliyê welatiyan ve hatibû girtin. Bersûc Aslan A. ê hatibû binçavkirin piştî îfadeya li emniyetê anîbûn edliyeya Şirnexê û di 15'ê Tîrmeha 2020'î de ji ber sûcên "Îstismara zayendî ya li zarok hatiye kirin","Gefxwarin" hatibû girtin. 
 
Lê belê piştî ku malbatê giliyê xwe paş kişand şûnde çawişê pispor Aslan di duyemîn rûniştina doza li Dadgeha Cezayê Asliyeyê hat dîtin de hat berdan. 
 
Jinên Komeleya Jinê ya Rosayê û  Tevgera Jinên Azad (TJA) bertek nîşanî berdana çawişê pispor dan û anîn ziman ku ev biryar perçeyekî ji polîtîkayên şerê taybet e. 
 
'Bersûc xwe dispêrin hêza dewletê'
 
Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku êrişa zayendî û tecawiza li zarokan tên kirin her dem hebûn lê belê di van salên dawiyê de gelekî zêde bûne û wiha got:"Polîtikayên bêcezahiştinê ji bo mêran wekî mertalekê ye. Ev yek bi taybet jî ji bo yên bi unîforma derbasder e. Bersûc xwe dispêrin polîtîkayên dewletê û bi rehetî qirkirina jinan pêk tînin. Sedemên întixar, destdirêjiya li dijî zarokan, tecawiza li jinê ji ber tundiya unîformayê ye. Ji ber ev mêr dizanin nayên cezakirin hîn rehet tev digerin."
 
'Daraz mêr diparêze'
 
Adaletê da zanîn ku Melek Îpek li dijî tundiya mêrê pê re zewicî xweparastina cewherî kir û cezayê muebetê lê hat birîn û wiha got:"Daraz mêr diparêze. Lê em wekî Komeleya Jinê ya Rosayê li dijî vê yekê ye. Di nava civakê de ji bo zarok û jin li dijî mêrên tundiyê dikin xwe biparêzin hinek xebatên me hene. Em ji van xebatên xwe encamên baş digirin. Em dixwazin hemû jin xweparastina xwe bikin."
 
'Dewlet destdirêjî û tecawizên bi vî rengî rewa dike'
 
Aktivîsta TJA'yê Bahar Ulug da zanîn ku jin bi destên daraz û mêr tê qetilkirin û wiha got:"Divê jin li dijî tundiyê serî netewîne. Di nava mêran de peymanek heye. Em di ferqiya vê peymanê de ne. Dema tecawiz û destdirêjî li jinê tê kirin em vê peymanê dibînin. Tehlyekirina çawişê pispor jî girêdayî vê peymanê ye. Di nava xwe de îktidarên biçûk ava dikin. Ev îktidarana di nava xwe de serbestiya qadê ji bo mêran diyar dikin. Di nava van qadan de yan jin an jî zarok tên çewisandin. Dewlet destdirêjî û tecawizên bi vî rengî rewa dike."
 
'Di destên me de îdeolojiya me heye'
 
Baharê bi lêv kir ku divê jin polîtikayên şerê taybet bibînin û wiha dawî lê anî"Azadiya jinên li Tirkiyeyê bi rakirina zextên li ser jinên kurd pêkan e. Zarok, jin ciwan qet ferq nake. Dewlet di heman demê de bi hişbir, tecawiz, destdirêjî û fuhuşê dixwaze rûmeta me ji destên me bigire. Tecawiz polîtîkayeke fetihê ye. Dewlet bi mirovên nikarin asîmîle bikin bi vî rengî mijûl dibin. Lê ew ê bi ser nekevin. Di destên wan de ger alavên dewletê û hêza veşartî hebe ya me jî îdeolojiya me heye."