'Neqebûlkirina vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê dikeve xizmeta dijmin'

  • 09:10 10 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Seyidxan 
 
QAMIŞLO - Rojnemevanên ku di televizyona Ronahî TV'yê de dixebitin, têkildarî qedexeya vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê  ya li Başûrê Kurdistanê, nêrîna xwe anîn ziman û wiha gotin: "Neqebûlkirina vekirina ofîsa Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê, destdirêjiya li ser exlaq û nirxê rojnemevaniyê ye."  
 
Televizyona Ronahî TV bi hemû pîvanên zagonên navneteweyî li welatê Siwêdê nasnameya xwe ya fermî girt û dest ni weşanê kir. Piştî xebateke tijî ked, televizyona Ronahî TV xwest ku Ofîsa xwe li Başûrê Kurdistanê veke û erka xwe bi rengekî fermî li wir bide meşandin.  Di vê derbarê de daxwaznameyek ji Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê re şand, heya niha hikûmeta Başûrê Kurdistanê tu bersiv nedaye. Têkildarî mijarê Rojnemevanên ku di televizyona Ronahî TV'yê de dixebitin nêrînên xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
 
'Ronahî TV dengê heqîqet û rastiya vîna gelê herêmê ye'
 
Xebatkara Nevenda Nûçeyên Jinê ya Ronahî TV'yê Raperîn Elî, li ser xebata televizyona Ronahî TV'yê wiha got: "Di nava salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, bê guman Ronahî TV kêlî bi kêlî di nava şoreşê de cihekî girîng girt.  Her wiha bû dengê heqîqet û rastiya vîna gelê herêmê. Di rastiya ku radighand de hişt dengê şoreşê li tevahî cîhanê belav bibe û asta hovîtiya şerê ku li ser herêmê hate meşandin li gor exleqên rojnemevaniyê ragihand.  Li gelek welatên Rojhilata Navîn û Ewrupayê ofîsa xwe vekir û nasnameya gelê Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê li her derê parast. Ev yek jî bi encama kedeke mezin hate bidestxistin."
 
'Neqebûlkirina vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê dikeve xizmeta dijmin'
 
Raperînê bal kişand ser daxwaznameya ji bo vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya li Hewlêrê û wiha pê de çû: "Bi armanca ku Ronahî TV weşangeriya xwe li her derê bi rengekî fermî pêşkêş bike, Rêveberiya televizyona Ronahî TV di Cotmeha 2020’an de, daxwaznemeyek bi awayekî fermî  û li gor zagonên navneteweyî ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şand. Ev daxwaz heta niha nehatiye qebûlkirin, sedemên wê jî ne diyar in. Tevî ku niha li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qenalên têkildarî Başûrê Kurdistanê bi rengekî rehet xebatên xwe didin meşandin. Heta niha tu astengî ji aliyê Rêveberiya herêmê ve ji wan re nehatiye çêkirin. Neqebûlkirina vekirina Ofîsa Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê, dikeve xizmeta dijminên ku dixwazin rastiya gelê me bê veşartin."
 
'Ragihandinên dijber li dijî nasnameya kurdewariyê xebatê dikin'
 
Raperînê di domandina gotina xwe de destnîşan bal kişand ser ragihandinên dijber ên ku di Başûrê Kurdistanê de xebatê dikin û ev tişt got: "Di Başûrê Kurdistanê de gelek ragihandinên dijber hene ku xebatê dikin. Ev ragihandin jî li dijî nasnameya kurdewariyê armancên xwe pêk tînin. Niha li Başûrê Kurdistanê gelek qenal û ajansên dewleta tirk hatine vekirin û di nava siyaseta xwe de nadin diyarkirin ku Başûrê Kurdistanê herêmêke xweser e. Li dijî siyaseta herêmê kar dikin û her kesî jî çavên xwe ji vê rastiyê girtiye. Em weke rojnemevan vê yekê bi tundî şermezar dikin, her wiha daxwaze me ya sereke ew e ku Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji hinek biryarên berjewendiyên gelên kurd naparêzin vegerin."
 
'Ronahî TV jî xwedî kedeke tijî têkoşîne'
 
Pêşkeşvana televizyona Ronahî  TV'yê Renda Mihemed di derbarê mijara qedexekirina vekirina televizyona Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Pêwîst e rê li pêşiya ragihandinê neyên girtin. Neqebûlkirina vekirina qenala Ronahî TV'Yê ya li Başûrê Kurdistanê destdirêjiya li ser exlaq û nirxê rojnemevaniyê ye. Pêwîst e hikûmeta Başûr hemû aliyan ji ber çavan re derbas bike û bizanibe ku Ronahî TV jî xwedî kedeke tijî têkoşîn e."