‘Walîtiya Îzmîrê jî hevkariya îşkenca lêgerîna tazî ye’

  • 09:07 10 Sibat 2021
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Yek ji xwendekarên ku di çalakiya ji bo berdana kesên tayînkirina qeyûmê Bogazîçî prostesto kiribû hatibûn girtin, hat binçavkirin û rastî îşkencê hat Pinar Usta wiha got: “Walîtî jî hevkar û berpirsê vê îşkencê ye. Parêzer Eylem Zengîn jî wiha axivî: "Em ê daxwaznameyek ji nûve a berfireh pêşkeş bikin û delîlan kom bikin. Em ê serî li hemû riyên qanûnî bidin.”
 
Bi piştevaniya Zanîngeha Îzmîrê, tayînkirina qeyûmê ji bo Zanîngeha Bogazîçî hatibû prostestokirin û xwendekar hatibûn binçavkirin. Di 5’ê Sibatê de bi daxwaza berdana xendekaran li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn û polîsan êrîş kiribû 26 xwendekar hatibûn binçavkirin. Xwendekarên bi îşkencê hatin binçavkirin, rastî lêgerîna tazî hatin. Walîtiya Îzmîrê îdia kiribû lêgerîna tazî û pêkanînên bi vî rengî tune. Lê xwendekar û parêzeran, lêgerîna tazî piştrast kirin. Parêzer Eylem Zengîn û xwendekara Zanîngeha Egeyê Pinar Usta binpêkirinên mafan vegotin.
 
‘Qedexeya çalakiyê ne rewaye’
 
Pinarê daxuyakirin ku beriya biçin daxuyaniyê polîsan dorpêç kirine û got mafê meş, civîn û xwepêşendanê hatiye binpêkirin. Pinarê wiha got: “Qedexekirina van çalakiya ne rewaye. Walî alîgire. Ji ber 2911 mukaveta polîs sûcdarkirin hebû lê rewşeke nîşandana berxwedanê tunebû. Dema em ketin Gundogdur polîs dorpêç kir. Gaz hat avêtin, em berovajî kelepçe kir. Em vê rewşê wek îşkence îfade dikin. Tu aliyê mafdar û rewa yê vê tune.”
 
Du jin tazî hatin lêgerînkirin
 
Pinarê destnîşan kir ku derbarê şîdet û îşkencê de serlêdana sûc kirine û wiha axivî: “Em xistin wesayîtê telefonên me hatin desteserkirin. Em rastî heqeretan hatin. Dema em birin nexweşxanê negotin em we dibin ku. Heta kontrola tenduristiyê kelepçe venekirin. Kelepçeyan zendên me dişidand û birîn vebûn. Ji ber vê me aşiya tetanosê kir. Polîs dema dermankirinê nehat hundir lê beriya me 5 heval tazî lêgerîn kiribûn. “
 
‘Walîtî hevkarê îşkencê ye’
 
Pinarê bi lêv kir ku dema binçavkirinan mafê veguhestin û agahiyê ya parêzeran hatiye binpêkirin û ev tişt vegot: “Dema em dibirin midûriyeta emniyetê heqeret li parêzeran dikirin. Parêzera min Hazal Aydin ji bo ez nekevim lêgerîna tazî bi min re ket hundir. Ligel vê jî lêgerîneke mezin kirin. Dema lêgerînê jî dikşînin kamerayan. Lê wekê ku tu hevalên me tazî nehatine lêgerînkirin nîşandan. Walîtiyê jî ev dîmen parvekirin. Walîtî jî berpirs û hevkarê vê îşkencê ye.” Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em têkoşînê didomînin û dest jê bernadin. Ev êrîşeke li hember hemû welate. Bi zextan nikarin hemû gel bigirin. Wê ne em, ew ê dest jê berdin.”
 
Xwestin parêzeran jî derb bikin û binçav bikin
 
Parêzer Eylem Zengîn jî diyar kir ku wek çavdêr ew jî tevlî çalakiyê bûne û got: “Pêkanîna yekem kelepçeya berovajî bû. Xwestin parêzeran jî binçav bikin û êrişê me kirin. Di encama astengiya me de tu parêzer nehatin binçavkirin. Dema em çûn emniyetê kar û barê muvekîlên me didomiya. Ji ber vê gotin hevdîtin nikare bê kirin. Tevî me got mafê me yê qanûniye em negirtin.”
 
Eylemê bi lêv kir ku wê navberê de ji hundir dengê qêrîna muvekîlên wan dihat û ji ber vê jî polîsan re nîqaş kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li Serokê Baroya Îzmîrê geriyan. Serokê Baroyê bi serdozger re hevdîtin kir û piştre em kirin hundir. Em fêr bûn ku du hevalên me rastî lêgerîna tazî hatine. Me wê şevê ji ser Pergala Ragîhantina Tora Daraza Neteweyî serlêdana sûc kir. Em ê daxwaznameyek ji nûve a berfireh pêşkeş bikin û delîlan kom bikin. Em ê serî li hemû riyên qanûnî bidin.”