'Min nehişt êriş û koçberî rê li ber berhemên min bigirin'

  • 09:03 10 Sibat 2021
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Nûr Hiso ya ji Serêkaniyê koçî Kantona Hesekê bûye û bi karê makyaja sînemayê mijûl dibe hestên xwe wiha anî ziman:"Ji 2011’an de, ji ber êrîşên çeteyan û dewleta tirk ên li ser axa me, ev 3 car in em ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê dibin. Vê yekê jî bandoreke gelek mezin li ser min kir, lê min nehişt êriş û koçberî rê li ber berhemên min bigirin." 
 
Nûr Hiso ya 21 salî ye piştî êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Serêkaniyê ji Serêkaniyê koç dike û li Kantona Hesekê bi cih dibe. Nûr ji zarokatiya xwe de bala xwe dide ser wênesazî û xêzkirinê. Piştre di aliyê makyaja sînemayê de xwe pêş dixe. Têkildarî karê makyaja sînemayê de Nûr axivî. 
 
'Ez di karê xwe de êdî bûme pispor'
 
Nûr bal kişand ser pîşeya wênesaziyê ya ku pê re mezin bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji zarokatiyê de girêdana min bi wênesaziyê re hebû. Bi piştgiriya malbatê, her ez mezin dibûm û fêrî tiştekî nû dibûm, heta gihaştim asta ku karakteran xêz bikim. Rûyê mirovên temenmezin bala min dikişand. Li ser rûyê xwişk û hevalên xwe min wêneyên hunerî xêz dikir. Êdî her ku dem derbas dibû, zêdetir pîşeya min li pêş diket. Niha jî ez makyaja sînemayê çêdikim. Ez di karê xwe de êdî bûme pispor."
 
'Min bi destên xwe metaryalên pêwîst çêdikir'
 
Nûr bal kişand ser zehmetiyên ku di destpêka karê xwe dikişand û wiha domand: "Piştî ku di wênesaziya hunerî de min asteke baş girt, min dest bi makyaja sînemayê kir. Di destpêkê de min bi destên xwe metaryalên pêwîst çêdikir. Her wiha min gelek zehmetî jî dîtin, ji ber makyaja sînemayê taybet e û zû peyda nedibû. Gelek mirovan girîngî nedida vê xebatê û gotin ji min re dikirin. Digotin 'tu bi vî karî tiştekî bi ser naxî'. Lê min li wan guhdar nekir. Min girîngî da armancên xwe. Niha ez di warê makyaja filîman de xebatê dikim."
 
'Min nehişt êriş û koçberî rê li ber berhemên min bigirin'
 
Nûr di dewamiya axaftina xwe de qala zehmetiyên koçberiyê ya piştî êrişên li ser Serêkaniyê kir û wiha pê de çû: "Ji 2011’an de, ji ber êrîşên çeteyan û dewleta tirk ên li ser axa me, ev 3 car in em ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê dibin. Ev yek jî bandoreke gelek mezin li ser min kir, lê koçberiyê rê li pêşiya berhemên min negirt. Min nehişt êriş û koçberî rê li ber berhemên min bigirin. Dîsa ez vedigeriyam karê xwe û hîn bêtir ez pêş ketim. Piştî ku dewleta tirk bajarê me dagir kir, em li bajarê Qamişloyê bi cih bûn. Ez niha cihê xwe di nava rêzefîlmekî de digirim û makyaja li gor filîm pêwîst e ji lîstokvanan re li gorî mijara rêzefîlman xêz dikim. Ger mirov ji tiştekî hez bike, di wê mijarê de ısrar bike dê bigihêje armanca xwe. Ez niha pir kêfxweş im. Tiştê ku mirov jê hez bike bila di dilê xwe de nefetisîne."