DFG: Di meha çilê de 4 rojnameger hatin binçavkirin

  • 14:21 6 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Derbarê binpekirina mafên rojnamegeran de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha çile aşkere kir. Li gorî raporê 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û 46 rojnameger jî hatin darizandin. 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên Rojnamegeran a meha çile aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di meha çiye de jî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran berdewam kir.
 
Di raporê de wiha hat gotin: "Mixabin em dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan. Ji ber vê yekê em neçar in her meh raporan aşkere bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Li hemû cîhanê dema navê rojnamegeran tê gotin, agahî û nûçe tê hiş û aqilê mirovan. Lê li Tirkiyeyê dema pîşeyê me tê ziman, ewil zext û tundiya li ser çapemeniyê tê hiş û aqilan. Nêzîkatiya îqtîdarê ev encam ava kiriye. 
 
Di cîhana siyasetê de zimanê siyasetê û rêbazên siyasetê dibe sedem ku wisa nêzî rojnamegeran bibin. Îqtîdar ji bo destûr nede dîmen wêne û nûçeyên cuda, zextan zêde dike. Naxwazin rojnameger derkevin xeta dervê wan. Yên derdikevin dervê sînorê wan dibin hedefa îqtîdarê û wekî “terorist” tên îlankirin. Rojnameger ne ew kesên ku propaganda îqtîdarê dike ye. Ew kesê ku her tim rastiyan dinivîse û gel ronî dike ye. Divê îqtîdar êdî vê yekê fam bike û dest ji gotinên xwe yên rojnamegeran dike hedef berde. 
 
Her çiqas îqtîdar rojnamegeran bike hedef, em jî dê ew qas hempîşeyên xwe biparêzin û li wan xwedi derkevin. Tu zext nikarin pîşeya rojnamegeriyê tune bikin. Nikarin rastiyan tune bikin. Nikarin  ronîkirina gel asteng bikin. Çi dibe bila bibe dê di her şert û mercan de rojnameger xebatên xwe yên ronîkirin û rastiyan bidomînin."
 
Îstatîstîkên binpêkirina mafên rojnamegeran a miha çile wiha ye: 
 
Di meha çile de; 
 
"*4 rojnameger hatin binçavkirin.
 
* Rojnamegerek hat girtin.
 
* 6 rojnameger bi êrîşê re rû bi rû man.
 
* Rojnamegere bi tundiyê re rûbirû man. 
 
* 4 rojnamegeran dema nûçe dişopandin hatin asteng kirin.
 
* Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin. 
 
* 2 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin.
 
* 5 rojnameger bi 12 sal û 4 meh û 12 rojan hatin cezakirin û cezayê wan taloq kirin. 
 
* Darizandina 30 dosya û 46 rojnamegeran didome.
 
* 3 rojnameger li girtîgehê bi êrîşan re rû bi ru man. 
 
* Rojnameyek ji bo 3 rojan cezayê îlan reklamê li wê hat birîn. 
 
* RTUK'e ceza da 2 saziyên çapemeniyê. 
 
* 30 nûçe li ser malpera înternetê hatin astengkirin. 
 
* Heta îro (06 Silat 2021) 88 rojnameger girtî ne."