DFG: Di meha çilê de 4 rojnameger hatin binçavkirin 2021-02-06 14:21:05     AMED - Derbarê binpekirina mafên rojnamegeran de Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora xwe ya meha çile aşkere kir. Li gorî raporê 4 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û 46 rojnameger jî hatin darizandin.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpekirina mafên Rojnamegeran a meha çile aşkere kir. DFG'ê diyar kir ku di meha çiye de jî zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran berdewam kir.   Di raporê de wiha hat gotin: "Mixabin em dibin şahidê gelek binpêkirinên mafan. Ji ber vê yekê em neçar in her meh raporan aşkere bikin û vê yekê bi raya giştî re parve bikin. Li hemû cîhanê dema navê rojnamegeran tê gotin, agahî û nûçe tê hiş û aqilê mirovan. Lê li Tirkiyeyê dema pîşeyê me tê ziman, ewil zext û tundiya li ser çapemeniyê tê hiş û aqilan. Nêzîkatiya îqtîdarê ev encam ava kiriye.    Di cîhana siyasetê de zimanê siyasetê û rêbazên siyasetê dibe sedem ku wisa nêzî rojnamegeran bibin. Îqtîdar ji bo destûr nede dîmen wêne û nûçeyên cuda, zextan zêde dike. Naxwazin rojnameger derkevin xeta dervê wan. Yên derdikevin dervê sînorê wan dibin hedefa îqtîdarê û wekî “terorist” tên îlankirin. Rojnameger ne ew kesên ku propaganda îqtîdarê dike ye. Ew kesê ku her tim rastiyan dinivîse û gel ronî dike ye. Divê îqtîdar êdî vê yekê fam bike û dest ji gotinên xwe yên rojnamegeran dike hedef berde.    Her çiqas îqtîdar rojnamegeran bike hedef, em jî dê ew qas hempîşeyên xwe biparêzin û li wan xwedi derkevin. Tu zext nikarin pîşeya rojnamegeriyê tune bikin. Nikarin rastiyan tune bikin. Nikarin  ronîkirina gel asteng bikin. Çi dibe bila bibe dê di her şert û mercan de rojnameger xebatên xwe yên ronîkirin û rastiyan bidomînin."   Îstatîstîkên binpêkirina mafên rojnamegeran a miha çile wiha ye:    Di meha çile de;    "*4 rojnameger hatin binçavkirin.   * Rojnamegerek hat girtin.   * 6 rojnameger bi êrîşê re rû bi rû man.   * Rojnamegere bi tundiyê re rûbirû man.    * 4 rojnamegeran dema nûçe dişopandin hatin asteng kirin.   * Derbarê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin.    * 2 rojnameger derbarê wan de doz hat vekirin.   * 5 rojnameger bi 12 sal û 4 meh û 12 rojan hatin cezakirin û cezayê wan taloq kirin.    * Darizandina 30 dosya û 46 rojnamegeran didome.   * 3 rojnameger li girtîgehê bi êrîşan re rû bi ru man.    * Rojnameyek ji bo 3 rojan cezayê îlan reklamê li wê hat birîn.    * RTUK'e ceza da 2 saziyên çapemeniyê.    * 30 nûçe li ser malpera înternetê hatin astengkirin.    * Heta îro (06 Silat 2021) 88 rojnameger girtî ne."