Li Mîdyadê 3 jin hatin birîndarkirin
- 19:00 26 Çile 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya Mîdyadê Şeyhmûs A. ji ber nelihevkirina mîrasê jinbira xwe û 2 biraziyên xwe birîndar kirin.
Li gundê Çavusluya navçeya Mîdyada Mêrdînê, Şeyhmus A. ji ber nelihevkirina li ser mîrasê xwest jinbira xwe û du biraziyên xwe yên 36 û 27 salî qetil bike. Di encama êrişa bi çek de Fahriye A. û herdû zarokên wê bi awayek giran birîndar bûn.
Fahriye û zarokên wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.