Rêxistina Efûyê banga betalkirina cezayê darvekirina Pexşan Ezîzî kir

  • 18:56 18 Cotmeh 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji desthilata Îranê daxwaz kir ku cezayê darvekirinê ya li dijî aktîvîsta mafên jinan Pexşan Ezîzî betal bike û wê bêmerc serbest berde.
 
Aktîvîst Pexşan Ezîzî di 4'ê Tebaxa sala 2023'yan de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat binçavkirin. Di 23'yê Tîrmeha borî jî desthilata Îranê li dijî wê cezayê darvekirinê da.
 
Girêdayî wê, Rêxistina Efûyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî (Amnesty) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku ji gelek salan ve gelê Kurd li Îranê rastî qirkirin û zordestiyeke birêkûpêk a ji aliyê destihilata Îranê ve, tê.
 
Di daxuyaniyê de daxwaz ji dadgeriya Îranê hat kirin ku cezayê darvekirinê yê li dijî aktîvîst Pexşan Ezîzî betal bike û wê bêmerc û qeyd serbest berde.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Pexşan Ezîzê tenê ji ber çalakiyên wê yên mirovî û hiqûqî yên aştiyane hatiye binçavkirin. Her wiha ew cezayê darvekirinê wekî "cezayê dermirovî" hat binavkirin.