Li Mîdyadê 3 jin hatin birîndarkirin 2021-01-26 19:00:22   MÊRDÎN - Li navçeya  Mîdyadê Şeyhmûs A. ji ber nelihevkirina mîrasê jinbira xwe û 2 biraziyên xwe birîndar kirin.   Li  gundê Çavusluya navçeya Mîdyada Mêrdînê, Şeyhmus A. ji ber nelihevkirina li ser mîrasê xwest jinbira xwe û du biraziyên xwe yên 36 û 27 salî qetil bike. Di encama êrişa bi çek de Fahriye A. û herdû zarokên wê bi awayek giran birîndar bûn.   Fahriye û zarokên wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê.