Îranê doz li endamên koma muzîkê yên kurd vekir
- 13:36 24 Çile 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê doz li 5 jinên hunermend ên endamên Koma Glarîs vekir.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku Îranê li 5 jinên hunermend ên endamên Koma Glarîz a Muzîkê doz vekiriye. Hat diyarkirin ku doz bi hinceta performansa hevpar a her pênc jinan bi jineke sitranbêj re ye.
Li gorî ajnansa nûçeyan Nu Jinhayê Endamên Koma Glarîsê berî vê jî ji aliyê polîsên îroanê ve gazî îfadê hatine kirin û derbarê xebatên xwe de hatine lêpirsînkirin. Ligel hunermenda Glarîsê ya sereke Elham Yazdanîpour, Samîra Farahnakî, Nastaran Yazdanîpour, Nazanîn Atabakî û Malihe Moradî careke din bi hinceta performansa hevpar a bi jineke sitranbêj re îfadeyên wan hatine girtin.
Koma Glarîs a Muzîkê ya Jinan di 2017;'an de li bajarê Kermanşah ê rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin, li Herêma Federal a Kurdistanê hunera xwe pêşkêş kirine û li Tirkiyeyê jî sala borî ji aliyê kanaleke TV ve hatine vexwendin, lê ji ber êrîşên li ser Rojava ên Tirkiyeyê komê vexwendina kanalê red kiribû.