Îranê doz li endamên koma muzîkê yên kurd vekir 2021-01-24 13:36:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê doz li 5 jinên hunermend ên endamên Koma Glarîs vekir.    Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, diyar kir ku Îranê li 5 jinên hunermend ên endamên Koma Glarîz a Muzîkê doz vekiriye. Hat diyarkirin ku doz bi hinceta performansa hevpar a her pênc jinan bi jineke sitranbêj re ye.     Li  gorî ajnansa nûçeyan Nu Jinhayê Endamên Koma Glarîsê berî vê jî ji aliyê polîsên îroanê ve gazî îfadê hatine kirin û derbarê xebatên xwe de hatine lêpirsînkirin. Ligel hunermenda Glarîsê ya sereke Elham Yazdanîpour,  Samîra Farahnakî, Nastaran Yazdanîpour, Nazanîn Atabakî û  Malihe Moradî careke din bi hinceta performansa hevpar a bi jineke sitranbêj re îfadeyên wan hatine girtin.     Koma Glarîs a Muzîkê ya Jinan di 2017;'an de li bajarê Kermanşah ê rojhilatê Kurdistanê hatiye avakirin, li Herêma Federal a Kurdistanê hunera xwe pêşkêş kirine û li Tirkiyeyê jî  sala borî ji aliyê kanaleke TV ve hatine vexwendin, lê ji ber êrîşên li ser Rojava ên Tirkiyeyê komê vexwendina kanalê red kiribû.