Çalakiya xelkê Şengalê 22 roj in didome

  • 13:39 23 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 22’yan li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê dewam dike. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.
 
22 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê çalakiya xelkê Şengalê didome. Çalakiya ku li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê û her wiha ji bo xwedî li derketina li Asayişa Êzidîxanê hatiye destpêkirin bi dirûşma "Em hemû asayîş in" didome. 
 
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Endama Meclîsa Jinan ya Borik Maya Şengal ku di nava çalakiyê de ye axivî û got:  “Heya daxwazên ku me pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirî bi cih neyên, em ji  dev çalakiyên xwe bernadin. Ji ber ku hêza asayişa me, ji bo civaka êzidî mijarek hebûn û nebûnê ye. Civaka êzidî xwe bi Hêza Asayişa xwe diparêze. Em ê wek jin, zarok û kal heta kêliya dawî li berxwe bidin.”