Rêxistina HDP ya Amedê: Rakirina tecrîdê wê aştî û aramiyê bîne

  • 13:38 23 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rakirina tecrîdê wê aşitî, çareserî û aramiyê bi xwe re bîne û banga bila daxwazên girtinyan bên bichanîn hat kirin.
 
Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Amedê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolû ya Rêzana Amedê daxuyaniyek girseyî da. Di daxuyaniyê de rêxistinên navend û navçeyan ên HDP'ê û Partiya Herêmen Demokratîk(DBP), Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Federasyona Komeleya Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya 78’an, Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û gelek kes amade bûn. Daxuyanî ji aliyê cîgirê  Hevserokên HDP'a Amedê Îrfan Soner ve hat xwendin.
 
‘Binpekirina mafên girtiyan di asta herî jor de ye’
 
Îrfan diyar kir ku binpêkirina mafan li girtigehan, di asta herî jor de ye û axafina xwe wiha berdewam kir: “Li hemû girtîgehan  mafê girtiyan tune dihesibînin û bi awayekî dijmirovî bi ser girtiyan de diçin. Di serî de hevserokên me yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me mafên wan hatiye desteserkirin. Girtiyên zindanan li îrade xwe xwedî derdikevin û ji bo mafên xwe herdem li ber xwe didin. Ji bo civakeke azad û demokrat herdem berdelan didin. Girtiyên zindanan niha jî ji bo aramiya civakê, aşitiya civakê bedena xwe dane ber birçîbûnê û daxwaza rakirina tecrida li Îmraliyê dikin.”
 
‘Rakirina tecrîdê rêya aşitî, çareserî, aramiyê ye’
 
Îrfan got rakirina tecrîdê rêya aşitî, çareserî, aramiyê ye û ev tişt anî ziman: “Ji ber vê yekê em wek HDP sazî û dezgehên sivîl, dixwazin daxwazên girtiyan bên bicih anîn. Greva birçîbûnê ku di 27’ê Mijdarê de hat destpêkirin, îro di roja xwe ya 27’emîn de ye. Tevî van yekan pêwist e ku hemû partî, sazî û dezgehên civakî di wî warê de hestiyar bin û baldar bibin. Daxwaza wan daxwaza hemû kesî ye.”