Zaroka ji aliyê polîsan ve birîndar bûbû hat tabûrcûkirin

  • 13:13 23 Kanûn 2020
  • Rojane
VAN - Zaroka ku bi Ferît Kanli re bi zaroê hatibû zewicandin û ji ber guleya polîsan birîndar bûbû hat tabûrcîkirin 
 
Li ser îxbara“ Êrîşa zayendî " di 27’ê Mijdarê de li ser mala wan ya li Navçeya Norşîna Bêdlîsê operasyonek hatibû destpêkirin. Hatibû zanîn ku di operasyona bi 20 polîsan hatibû pêkanîn de, polîsan ji bo ku Ferîd Kanli yê ku bi gelek sûcan dihat tewanbarkirin bigirin zaroka ku pê re hatibû zewicandin dapêş kirin. Di bûyerê de ji ber guleyên polîsan Ferît Kanli ji lingên xwe, zarok jî bi awayekî giran hatibû birîndarkirin. Zarokê, di 17’ê Çileyê de ji ajansa me re telefon kiribû û derberê bûyerê de gotibû ku roja bûyerê polîsan ji bo Ferît Kanli îkna bikin ew ji mala kalê wê girtine û birine. Zarokê gotibû yên ku ew birînar kiribûn jî polis bi xwe bûne.  
 
Zaroka ku li nexweşxaneya Wanê  tedawî dibû û gelek emelîyat jî derbas kiribûn, îro tabûrcû bû. Tedawîya zarokê wê li mal bê kirin.