Çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 27'emîn de ye

  • 09:22 23 Kanûn 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêrinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, koma 6'emîn dewr girt û di roja 27'an de berdewam dike. 
 
Greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin berdewam dike. Çalakiya bi koma 6'emîn dest pê dike di roja 27'an de ye. 
 
Girtiyan gotin, "Roj roja rizgarkirina serokê me ye. Heta tecrîda li ser serokê me bi dawî bibe û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bi morel û coşeke mezin dewam bikin."