Şêniyên Mexmûrê: Li dijî tecrîdê divê kurd hêza xwe bikin yek

  • 09:13 23 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da li hemberî Gelê Kurd tecrîdek tê meşandin. Li dijî tecrîdê divê kurd bibin yek û li dijî tunekirina kurdan têkoşînê bidin." 
 
Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Ji bo piştgirî dayina çalakiyê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar a Mexmûrê ve çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hat destpêkirin. Çalakiya jinan bi koma 3'yem didome. Emîne Şaxî û Oznûr Kaya tevlî grevê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Li dijî tecrîdê berxwedan'
 
Emîne di destpêka axaftina xwe behsa tecrîda heyî kir û nêrînê xwe anî ziman: "Bi salane li hemberî rêberê tecridek heye. Li dijî tecrîdê Gelê Kurd û girtiyên azadiyê her tim di nava çalakiyan de ne. Bi pêşengiya girtiyên azadiyê yên li girtîgeha bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berxwedanek hat destpêkirin. Dijmin di şexsê Rêber Apo de li hemberî kurdan tecrîdê dimeşîne." 
 
‘Divê kurd hêza xwe bike yek' 
 
Emîne, bal kişand ser êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê û got: "Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze li herêmê polîtîkaya tunekirinê bimeşîne. Îxaneta ku berê li perdê dihat kirin îro aşkera tên kirin. Pewiste li dijî dijmin Gelê Kurd heza xwe bike yek."
 
Emîne di dawiya axaftina xwe de ji bo grevên birçîbûnê banga hestiyariyê kir û wiha bi lêv kir: "Bi taybetî divê jinên kurd piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê. Ji bo azadiya Rêber Apo divê em xwedî li berxwedanê derkevin."
 
‘Em ê tecrîde bi hev re bişkenin’
 
Oznur jî di axaftina xwe de bal kişand ser greva birçîbûnê ya Meclîsa Îştarê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Armanca çalakiyên me şikandina tecrîd û azad kirina Rêber Apo ye. Girtiyên azadiyê ji bo ku tecrîda heyî bi dawî bibe çalakî dan destpêkirin. Em jinên wargehê piştgirî didin çalakiya girtiyan. Dewleta tirk dixwaze deskeftiyên Gelê Kurd têk bibe. Ji bo ku em ji li hemberî we planên qirej biseknin divê em bibin yek û bi hev re li dijî dijmin têbikoşin."