Îdîl Ugurlu: Girtina Leylayê bêhêzbûna îqtîdarê nîşan dide

  • 09:12 23 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevberdevka (HDK) Îdîl Ugurlu diyar kir ku girtina Leyla Guven bi fermana qesrê pêk hatiye û got: "Leyla Guven bûye sembola demokrasî û têkoşîna jinên li Tirkiye û Kurdistanê. Bi girtina Leylayê dixwazin siyaseta demokratîk asteng bikin."
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji ber xebat û axaftinên xwe yên siyasî yên li ser navê KCD’ê kiribû, di 21'ê kanûnê de 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Leylayê ku hat binçavkirin duh hat girtin û ew birin Girtîgeha Jinan a Amedê. Her wiha ji ber ku Leyla şev li mala parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel maye, Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê wê de jî bi hinceta “veşartina sûcdar” lêpirsîn da destpêkirin. Têkildarê girtina Leylayê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ugurlu ji ajansa me re axivî. 
 
‘Daraz li gorî fermana qesrê re tevdigere' 
 
Îdîl, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku ji bo Leylayê hatî birin û got: "Ceza ne tenê ji bo Leylayê ji bo hemû pêkhateyên KCD'ê hatiye dayîn. Biryara ku dadgeh dayî biryarek siyasî ye. KCD bi hevkariya vîna gel hatiye avakirin. Gelek kesên ku fikr û ramanên wan cuda ne di nava KCD'ê de cih digirin. KCD'ê vexwendine Meclîsê jî û fikr û ramanên KCD'ê hatine girtin. Her wiha Leyla Guven hevseroka KCD'ê ye. Leyla di nava civakê de bûye sembolek. Di nava têkoşîna azadiya jin û civak, demokrasî û aştiyê de emrek daye. Tişta ku hatî kirin astengkirina siyaseta demokratîk e. Daraz li gorî fermana qesrê tevgeriya. Êdî girêdanbûna darazê bi hiqûqê nemaye."
 
'Girtina Leylayê bêhêzbûna îqtîdarê nîşan dide' 
 
Îdîl, da zanîn ku li hemberî Leylayê û kesimên muxalîf polîtîkayeke çavtirsandî dimeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî komeleyan dixwazin qayûman tayîn bikin. Îqtîdara AKP-MHP'ê li hemberî kesîmên muxalîf polîtîkayeke cezabirînê dimeşîne. Dewlet îro li vir li hemberî têkoşina aştiyê ya Gelê Kurd cezayê girtinê dide. Peyama li dijî têkoşînê dê girtin pêk bê didin. Ev bêhêzbûna îqtîdarê nîşan dide. Heke bi hêz bibûna dê li hemberî Leylayê tevlî nîqaşan bibûna. Lê li şûna wê dixwazin bi rêya darazê cezayê girtinê bidin."
 
'Îro KCD sibê TMMOB Û TBB...'
 
Îdîl, bal kişand ser polîtîkayên ku tên meşandin û wiha axivî: "Polîtîkayên ewlehiyê ya ku îqtîdar pêş dixe bandorê ser karker, kedkar, ciwan û rêxistinên pîşeyî dike. Tiştên ku pêk tên girêdayî hev in. KCD dikarî rê li be aştiyê veke. Gelek kesimên cuda di nava KCD'ê de xwe îfade dikirin û di nava civakê xwe de xwe birêxistin dikirin. Ev tişt ji holê hat rakirin. Îro li hemberî KCD'ê dê sibehê jî li hemberî TMMOB û TTB’ê dê heman tişt pêk bê. Heke îro deriyê KCD'ê digirin dê sibehê li metrepolan dê deriyê sazî û dezgehên sivîl jî bên girtin. Girtina Leylayê dê rêya kiryarên despotîk veke. Ev tişt tê wateya êdî hûn nikarin siyaseta demokratîk bimeşînin, dê polîtîkayên zext û zordariyê pêş bixin û dê ev kiryar bidomin." 
 
‘Ger em bixeniqin em ê bi tevahî bixeniqin’
 
Îdîlê da zanîn ku girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksedag û Selahattîn Demîrtaş li ser civakê bandor kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rêxistinên demokrat ên li Tirkiyeyê siyaset dikin, rêxistin û saziyên sivîl û partiyên mualîf bizanin ku ew jî dê bandor dibin. Birçîbûn, bi kotekiyê re rûbirû mayîn û şewbê îktîdar ber bi guvaştineke sêalî ve bir. Loma jî îqtîdar dixwaze bi vî şeklî krîza heyî re serîhilde. Parlementerên AKP’yî dibêjin "Ger maxalefet bibe îqtîdar wê AKP bigire û çapemeniya AKP’ê bigre’. Tiştek wiha tune ye. Ev polîtîkayeke qirêj e û li dijî kesên ku muxalifê tên kirin. Gelê Kurd, KCD, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP di nav muxalîfên li Tirkiyeyê de hêzên herî bi xurt in. Komên ku siyaseta sîvîl dimeşînin û civakê bi rêxistin dikin jî ji bo civakê girîng in. Divê xwedî li wan derkevin. Ji ber ku em bixeniqin em ê bitevahî bixeniqin. Lê em rizgar bibin jî em ê bi tevahî rizgar bibin.”
 
‘Hêzên demokrasiyê wê van kiryaran ji holê rakin'
 
Îdîlê, destnîşan kir ku li hemberî girtina Leylayê bêdeng nabin û wiha bi lêv kir: “Kesên ku ji îqtîdara AKP-MHP’ê re xulamiyê nakin wê li ber siyaseta ku li ser Leylayê tê meşandin bêdeng nemînin û em ê xwedî li Leyla û KCD'ê derkevin. Ev tiştên ku li hemberî Leylayê pêk hatî li hemberî me jî hatiye kirin. Leyla Guven tenê nîne. Hêzên dêmokratîk yên li Tirkiyeyê wê van kiryaran ji holê rakin. Ji bo vê jî dê bêtir rêxistinbûna xwe xurt bikin."
 
‘Jinan dê bi hêztir bersiv bidin’
 
Îdîlê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya Leyla Guven û got: "Leyla wek jineke bi hêz di siyasetê de derketiye pêş û bênavber têkoşîn daye. Di nav tekoşîna jinan a li Kurdîstan û Tirkiyeyê de Leyla Guven wek sembolekî ye. Ji ber vê jî bi girtina Leylayê peyamek didin jinên têkoşer. Di nav têkoşîna jinan de yên ku dikarin derkevin qadê û ji bo Leylayê çalakiyan bikin hene. Jinên ku têkoşînê didin wê bersiva wan bi şeklekî hêztir bidin. Bila kesek di vê mijarê de nekeve şike. Leyla Guven wek mînakekî ye ku jinên li Tirkiyeyê tîne bahev û dibe rêhavala wan. Ez herî dawiyê bang li jinan dikin û dibêjim xwedî li Leyla û têkoşîna jinê  derkevin."