'Hebûna endezyarên jin a li Şîrketa Gazê serkeftineke mezin e'

  • 09:09 23 Kanûn 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
QAMIŞLO - Endezyarên jin ên Operesyonên Beşa Kontrolê yên yekem car e di Şîrketa Gazê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebitin, têkildarî hebûna jinê ya di nava xebatên Şîrketa Gazê de wiha gotin:"Di dîroka Sûriyeyê de yekem car e rengê jinê li Şîrketa Gazê ewqasî derketiye pêş. Hebûna endezyarên jin a li Şîrketa Gazê serkeftineke mezin e."
 
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava şerd û mercên dijwar ên şer de jî li berxwe didin û di her qadê de hewil didin ku bi ser bikevin. 
Li gel vî şerî jî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetiyan nas nakin. Sînor û têlan diqetînin û digihêjin armancên xwe. Jinên Kurd  gavên pir baş ku ji bo jinên cîhanê bûne îlham, avêtine. Mohra xwe li dîrokê dixe. 
 
Di sala 1983'an de Şîrketa Gazê li Sûriyeyê hate avakirin
 
Şîrketa Gazê di sala 1983'an de li bajaroka Rimêlan a Sûriyeyê hatiye avakirin. Armanca avakirina Gaza Şîrketê ji bo peydakirina pêwistiyên gel e. Rojane 600 hezar mitir çarkoşe gaz ji bîran tê kargehê. Di rojê de herî kêm ji 12 heta 13 hezar topên gazê derdikeve û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêya komînan tê belavkirin. Di heman kargehê de rojane 20 ton kibrîta zer tê derxistin.  Wekî yekem car di dîroka Sûriyeyê de guhertineke bingehîn çêdibe û endezyarên jin di Şîrketa Gazê li Bakur û Rojhilatê Sûriyêye, dixebitin. Berî niha tenê mêr weke karker di karê piratîkê de li şîrketê dixebitîn. Lê niha 4 endezyarên jin di Şîrketa Gazê de dixebitin û rengekî pir cuda didin wê şîrketê ku her kes bi wan serbilind e. Endezyarên Fakulteya Bitrol û Bitrokîmiya, ku piştî 4 salan ji xwendina di Zanîngeha Rojava de bi ser ketine, li wir xebatê xwe didomînin. Endezyarên jin ên Operesyonên Beşa Kontrolê ya Şîrketa Gazê têkildarî xebatên xwe de axivîn. 
 
'Karê Şîrketa Gazê pir berfireh e' 
 
Endezyara Operasyonên Beşa Kontrolê Dîcle Yûsif behsa karê ku di kargehê tê kirin, kir û wiha got:"Şertekî esasî yê Şîrketa Gazê ew e ku endezyarên ku werin, pêwîst e derbarê sazgehê de zanebûneke wan hebe. Lewra piştî ku me Beşa Fakulteya Bitrol û Bitrokîmiya li Zanîngeha Rojava bi dawî kir, li vir jî me 3 mehan di hundirê şîrketê de perwerde dît. Piştî perwerdeyê, testek hate çêkirin û li ser wî esasî em wekî 4 endezyarên jin me cih di xebatê de girt, da ku em dest bi karê xwe yê piratîkî bikin. Gaza ku ji bîran tê, em bi rêya alavan di çend merheleyan de derbas û paqij dikin. Heger neyê paqijkirin bandorê hem li xwezayê û hem jî li mirovan dike. Ji ber ku gaz her ji bo malan û nexweşxaneyan tê bikaranîn. Dema ku neyê paqijkirin jî bandorê dike û dibe sedem ku mirov bimirin. Lewra karê şîrketa gazê pir berfireh, xeter û hesas e."
 
'Yekem car e jin di vê şîreketê de dixebitin'
 
Dîcleyê da zanîn ku jin cara yekem e li Şîrketa Gazê dixebitin û wiha dewam kir: "Ev yekemîn car e di dîroka Sûriyeyê de ez û 3 endezyarên jin ku ji Zanîngeha Rojava mezûn bûne, di Şîrketa Gazê de dixeibtin. Wekî koma yekem mezûniyeta ji zanîngehê ji bo min şansek bû. Di destpêkê de em wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava tu endezyarî girîngî nedidan me, her xwendina di Zanîngehên Rêjîma BAAS’ê de girantir û baştir didîtin. Di heman wextê de jî digotin çawa wê jin di Şîrketa Gazê de bixebitin? Lê piştî ku me zanista xwe kire xizmeta şîrketê nêrînên wan hatin guhertin."
 
'Em jin piştigiriyê didin hevdu'
 
Dicleyê bal kişand ser rêxistinbûyîna xwe ya di şîrketê de û wiha dirêjî da gotina xwe: "Derveyî jinên ku di ofîsan de dixebitin, em 4 endezyar niha di warê piratîkê de li şîrketê cih digirin. Eger pirsgirêkek hebe em bi hev re çareser dikin, alîkariyek pêwîst bike em ji hev re dibin destek. Bi tevlîbûna xwe me rengekî nû û balkêş daye Şîrketa Gazê. Me dikarîbû di aliyê jiyanî de û him jî di aliyê zanistî de xwe bi rê ve bibin. Li şîrketê tiştekî rûtîn tune ye, rojane em xwe nû dikin û asoyên zanista me berfireh dibin."
 
'Civak fêr nebûbû ku jin vî karî bike'
 
Dicleyê da zanîn ku wan ew fikrê di hişmendiya civakê de şikandin û wiha pê de çû: "Di destpêkê de civak fêr bûbû ku her di nava zevî û kargehan de rengekî tenê bibînin, ew jî rengê mêr e. Her digotin ku ev kar girêdayî mêr e, ew bi wî tenê ve alaqedar e. Dema ku cara yekemîn me cil û bergên kar ê taybet ê Şîrketa Gazê li xwe kirin, her kes matmayî ma û ji wan re tiştekî ecêb dihat.  Digotin wê çawa kar bikin? Lewra me hêz ji hevdu girt, gavên xwe her pêş de avêt û hişt ku rengekî nû bikeve nava xebatên jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."
 
'Hebûna endezyarên jin a li Şîrketa Gazê serkeftineke mezin e'
 
Jina Endezyar Reşa Hisên jî  wiha got:"Her sibeh  ji saet 08:00'an de em tên şîrketê û hemû karên xwe dikin. Civak û heta hevalên me jî her ji me re digotin ku ev kar ji bo we pir giran e û hûn ê gelekî biwestin.  Lê me bi hêz û îradeya xwe ji wan re da isbatkirin ku em dikarin hemû barê giran hilgirin ser milê xwe. Ev sînorên ku civakê û mêr taybet ji bo me danîbûn me şikand û nêrînên wan ên li hember jinê da guhertin. Hebûna endezyarên jin a li Şîrketa Gazê serkeftineke mezin e. Bila jin her têbikoşe ku xewn û xeyalên xwe pêk bînin."