Jinên Mêrdînê: Ne korona îqtîdar bû sedema kaosan

  • 09:07 23 Kanûn 2020
  • Rojane
 Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Jinên li Mêrdînê dijîn bal kişandin ser bûyerên ku îsal qewîmîne û gotin: "Belavbûna vîrûsa koronayê, binpêkirina mafên girtiyan, girtin û binçavkirina siyasetmedar û kesên muxalîf, qeyrana aborî û karesetên xwezayî hwd îsal hatin jiyin. Îsal tişta ku herî zêde derket pêş jî bêadaletî bû."
 
Çend roj şûnde em ê salek din li pêy xwe bihêl in. Îsal bêtir li tevahiya cîhanê mijara vîrûsa koronayê (Covîd-19) di rojevê de bû. Bi taybetî li Tirkiye û herêmê jî ligel rojeva vîrûsê qeyrana siyasî û aborî li pêş bû. Ligel koronayê dîsa li bajarên kurdan, li hemberî siyasetmedarên kurd û sazî û dezgehên kurd êrişek bê navber pêk hatin. Bi pandemiyê re bêtir mafên girtiyan hatin binpêkirin û li hemberî goristanên gel êrîş pêk hatin
 
Her wiha ligel vê jî di di 24’ê çileyê de li Xerpêtê di pîleya 6.5 de erdhejek pêk hat. Di encamê de 41 kes jiyana xwe ji dest dan û hezar û 607 kes ji birîndar hatin rizgarkirin. Di 4 û 5’ê sibatê de li Wanê aşîd rabû û bû sedema mirina 42 kesan. Di meha nîsanê de dûbare li Wanê erhej pêk hat û di encamê de bi dehan welatî bê avahî man. Alîkariyên ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatî dayîn ji hêla hikûmetê ve hatin astengkirin. Tişta herî balkêş jî di daneyê Googlê de derketin holê. Li Googlê herî zêde pirsa “Kesên ku li Xwerpêtiyê dijîn kurd in an tirkin?” Ev tişt nîşan da ku di sala 2020'an de pêla nîjadperestiyê çiqas mezin bûye. 
 
Şewba koronayê belav dibe  
 
Di meha adarê de jî Wezîrê tendirustiyê bi awayek fermî daxuyanî da ku şewba koronoyê li Tirkiyê ji belav dibe. Bi belavbûna koronayê re qeyrana aboriyê jî kûrtir bû. Li dijî pandemiyê hikûmet hewldanek xurt nîşan neda û heta îro jî rîska pandemiyê didome. Di vê pêvajoyê de bêtir kedkarên tenduristiyê mexdûr bûn û hemû mafên wan bi biryaran hatin astengkirin. Jinên Mêrdînî bal kişandin sala 2020'an û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Êrişê kurdan dikin'
 
Aysel Ayaw, pirsa me ya ji bo wê îsal çawa derbas bû wiha bersivand: "Ji bo kurdan ya pêwîst ne ji bîr kirine, ya pêwîst bi bîr anîn e. Ji ber ku tiştên rû dane ne ji rêzê ne. Mixabin tiştên ji wan zêdetir qewimîn. Em di serî de ji qayûman dest pê bikin. Şaredariyên em bi serketin hatin xespkirin. Dest danîn ser vîna gel. Dengê bi hezaran welatiyan ji nedîtî ve hatin. Ev êriş li dijî hemû kurdan bû. Divê em baş fêm bikin. Armanca min ya ku ez dibêjim divê em ji bîr nekin jî ji ber vê ye.”
 
‘Li gel qayûman êrişê jinan kirin’
 
Aysel, di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li hemberî jinan û wiha berdewam kir: “Li gel qayûman mixabin êrişek raste rast li ser jinan hat meşandin. Bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtin û bi dehan jin hatin girtin. Her wiha bi dehan siyasetmendarên jin cardin hatin girtin. Ango pandemî bi serê xwe bû sedem ku jin li malan bên heps kirin. Her ku mayîna mal de bû neçarî, tundî gihişt asta herî jor. Lê ligel vê ewlehiya jinan nehatin girtin. Jinên ku serî rakirin jî bi her awayî hatin astengkirin. Edî edalet jî nema ye."
 
‘Çiqa êriş zêde bû têkoşîn jî mezin bû’
 
Sebeh Koday ji pirsa me re bal kişand li ser tecrîdê û wiha got: “Tecrîta girankirî li ser rêberê PKK’ê ligel çalakiyan jî berdewam dike. Ev tecrît li ser hemû girtiyên siyasî tê meşandin. Girtî hatin tecrîtkirin, bi tundî û gefan re rûbirû man. Ji hemû mafên xwe hatin mehrum kirin. Li dijî wan yekan carek din greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çiqas êriş zêdebûn têkoşîn jî mezin bû. Newekheviyên li girtîgehan pêkhatine bi serê xwe ne û nayên hesabê. Lê li dijî van yekan hêviya me ew e ku salên were de em vê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Tiştek nema bi serê me neanîn’
 
Sebeh di berdewamiya axaftina axwe de bal kişand li ser qirkirina siyasî û wiha got: “Êrişên li partiyên me yên siyasî zêde ne. Siyasetmendar hatin girtin û li hemberî avahiyên partiyê êriş pêk hatin. Nê îsal 40 sal in wisa ye. Ango niha ji berdewam dike. Gelek endam û xebatkarên partiya me û endamên komeleyên me hatin girtin. Her wiha goristanên me hatin taxrîpkirin û cenazeyên zarokên me bi rêya PTT’ê şandin. Tiştekî nema ku bi serê me neanîn. Em êdî nema dikarin van yekan qebûl bikin. Ji bo pêşeroja xwe divê gelê me serî rake." 
 
‘Gel qeyran li ser qeyranê jiyan’
 
Ayşe Bozan, di axaftina xwe de bal kişand ser pandemiyê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi pandemiyê re jiyana me guherî. Bi taybet gelê me yê vê herêmê gelek zehmetiyan kişand. Ji pergala perwerdê heta pergala rêvebirinê. Ne wekheviya li girtîgehan, li nexweşxaneyan, li qadên perwerdeyê de û di aliyê aboriyê de hat kirin. Gel qeyrana li ser qeyran jiya. Mixabin yên ku herî zêde jê bandor bûn cardin jinbûn. Jin bi tengasî, bêkarmayîn, şîdetê rê rûbirû man. Li malê hatin heqskirin. Ez dikarim bêjim îsal ji bo jinan bi taybet û ji bo civakê kaosek bû.”