ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 23 Kanûn 2020
  • Rojev
*Rêvebera Aboriya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Armanc Mihemed xebatên salekê, projeyên ku amade kirine her wiha asta têgihiştina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî aboriyê nirxand. Armancê da zanîn ku jinan di qada aboriyê de jî şoreşek pêk anîne û bi projeyên xwe reng dane sala 2020'an. DÎMEN HEYE
 
*Endezyarên jin ên Operesyonên Beşa Kontrolê yên yekem car e di Şîrketa Gazê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dixebitin, têkildarî hebûna jinê ya di nava xebatên Şîrketa Gazê de wiha gotin:"Di dîroka Sûriyeyê de yekem car e rengê jinê li Şîrketa Gazê ewqasî derketiye pêş. Hebûna endezyarên jin a li Şîrketa Gazê serkeftineke mezin e."  DÎMEN HEYE
 
*Jinên li Mêrdînê dijîn bal kişandin ser bûyerên ku îsal qewîmîne û gotin: "Belavbûna vîrûsa koronayê, binpêkirina mafên girtiyan, girtin û binçavkirina siyasetmedar û kesên muxalîf, qeyrana aborî û karesetên xwezayî hwd îsal hatin jiyin. Her wiha îsal tişta ku herî zêde derket pêş jî bêadaletî bû." BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka (HDK) Îdîl Ugurlu diyar kir ku girtina Leyla Guven bi fermana qesrê pêk hatiye û got: "Leyla Guven bûye sembola demokrasî û têkoşîna jinên li Tirkiye û Kurdistanê. Bi girtina Leylayê dixwazin siyaseta demokratîk asteng bikin." BI DÎMEN 
 
* Li Mexmûrê bi pêşengiya Meclîsa Îştarê greva birçîbûnê hat destpêkirin. Jinên ku tevlî grevê bûn bal kişandin ser tecrîdê û gotin: "Di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da li hemberî Gelê Kurd tecrîdek tê meşandin. Li dijî tecrîdê divê kurd bibin yek û li dijî tunekirina kurdan têkoşînê bidin." BI DÎMEN 
 
*Şêniyên Sêgirikê diyar kirin ku  ji aliyê cerdevanan ve di meha mijdar û kanûnê de ji 500 pezkoviyê zêdetir hatine qetilkirin û di berdewamiyê de gotin, "Ev qirkirina ajal û xwezayê bi zanebûn tê kirin, divê em bêdeng nemînin û li xwezaya xwe xwedî derên."  DÎMEN HEYE
 
*HDP li Koşuyolê derbarê grevên birçîbûnê de wê daxuyaniyê bide.(12:00)