Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya ji bo Leyla Guven kirin

  • 16:15 22 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Polîsan mudaxaleyî daxuyaniya DBP'ê ya hat xwestin li Aksarayê bê dayin kirin. Gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Stenbolê xwest têkildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê û girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Meydana Metroyê ya Aksaraya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan meydan dorpêç kirin. Tevî dorpêçê jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê hatin meydanê. 
 
Gelek kes binçav kirin
 
Polîsan ji girseyê re ragihand ku Qeymeqamiya Fatîha Stenbolê daxuyaniyê qedexe kiriye û ji ber vê yekê ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. DBP û HDP’iyan diyar kirin ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin û dê daxuyanî bidin. 
 
Nîqaşên di navbera girseyê û polîsan de demekê dom kirin. Pişt re polîsan mudaxeleyî girseyê kirin û di mudaxaleyê de li parlamenteran dan. Polîsan di mudaxaleyê de Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de, gelek kes binçav kirin.