'Têkbirina dagirkeran bi têkoşîneke hevpar pêkan e'

  • 15:05 22 Kanûn 2020
  • Rojane
EYN ÎSA - Jinên beşdarî konê çalakiyê yê li navçeya Eyn Îsayê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk û komên wê hatiye vedan bûne, dan zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke pir zehmet re derbas dibe, ji bo wê jî pêwîstî têkoşîneke hevpar heye.
 
Hewldanên dewleta tirk û komên girêdayî wê ya kontrolkirina navçeya Eyn Îsayê, piştî kontrolkirina Girê Spî û Serêkaniyê, bê navber dewam dike û heya vê kêliyê jî ranewestiyaye. Di 15 rojên derbasbûyî de dîsa dewleta tirk bi komên girêdayî xwe ji gundên Rojhilat û Bakur ve bi êrîşeke berfireh xwestin li ser Eyn Îsayê bikin. Şervanên YPJ û QSD’ê jî hewildanên wan gelek caran şikandin. 
 
Tevî ku Hêzên Rûsya gerantor e li herêmê û gelek caran baragehên wan li Til Temir û Eyn Îsayê heye û ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatine topbarankirin jî Rûsyayê tu helwesteke xwe ya cidî nîşan nedaye. Lewra bêdengiya hêzên Rûsya di nava gel de fikaran dide çêkirin.
 
Li hember êrîşên dewleta tirk şêniyên herêmê bi helwest in û li ser piyan in. Bi armanca şermezarkirina êrîşan li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê di roja xwe ya duyem de dewam dike. Gelek sazî û rêxistinên jinan serdana konê çalakiyê kirin. Konê çalakiyê ku bi wêneyên jinên pêşeng ên di êrîşên dagirkeran de jiyana xwe ji dest dabûn, li kêleka alên Kongreya Star, Meclisa Jinên Sûriyê û pankartên “Ji dagirkerî û qirkirinê re na, em ê jin û jiyanê biparêzin" hatine daliqandin.
 
Li hember êrişên dewleta tirk û armancên êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, jinên ku beşdarî konê çalakiyê bûne helwestên xwe nîşan dan û nirxandin kirin. 
 
'Em ê bi vîna jina azad pilanên dagirkeriyê têk bibin'
 
Rêvebera Jin a Reqayê Galiya Kiçwan bertek nîşanî pilanên dagirkeran da û wiha behsa lehingî û berxwedana ku li hember êrişan tê kirin kir: "Gel û şervanên ku li hember dagirkirina ax û welatê xwe li ber xwe didin destanên dîrokî û qehremaniyê dinivîsînin. Em jî piştevaniya şervanên xwe yên ku li hember dagirkeran canê xwe feda dikin, dikin. Îro Sûriy bi giştî di nava pêvajoyeke pir girîng re derbas dibe, taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye hedefa dewleta tirk û hevkarên wê. Li hember şerê hebûn û tunebûnê berdelên giranbuha tên dayin, lewra pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye. Di heman wextê de li ser dagirkirina navçeya Eyn Îsayê pilanên navneteweyî hene, lewra bêdengiya wan ne ji rêzê ye. Şervanên QSD’ê yên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xeteriya DAÎŞ’ê rizgar kirin û parast, îro dikarin Eyn Îsayê ji xeteriya dewleta tirk biparêze. Em ê bi vîn û hêza jina azad û rêxistinkirî pilanên dagirkeriyê pûç bikin."
 
'Dagirker hêzê ji bêdengiya Rûsyayê digire'
 
Galiyayê da zanîn ku Rejîma Sûrî û Rûsiya jî li hember dagirkeriyê bê helwest in û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrîş ne nû ne ev ji salekê zêdetir e hem Rêjîma Sûriyeyê hem jî Hêzên Rûsyayê li hemberî kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê bê helwest in. Dema ku çeteyên dewleta tirk jî êrîş dikin, bi erkê xwe yê parastinê ango bersivdayinê ranabin. Sedema êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengî û hevkariya Rûsya û Rêjîma Sûrîyeyê ye. Kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, dûrî pîvanên ehlaqî ne. Pêwîst e rêxistinên mafê mirovan li hember van kiryarên derheqê jinan de tên kirin bêdeng nemînin û qebûl nekin. Li hember êrîş û binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê pêwîst e helwestên ku bikaribin rê li ber dagirkeriyê bigirin, bên nîşandan."
 
'Armanc têkbirina projeya netewa demokratîk e'
 
Endama Desteya Jinê ya Reqayê Feyroz Xelîl jî bal kişand ser projeyên dewleta tirk ên di zindîkirina împaratoriya Osmaniyan de û wiha pêde çû: "Armanca êrîşan têkbirina projeya netewa demokratîk e. Dewleta tirk hemû hevpeymanên navneteweyî binpê kir û derbasî sînorên Sûriyeyê bû. Gelek ax dagir kirin û bi hezaran şêniyên resen koç kirin. Eger îro dewleta tirk bi hêsanî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, tê wê wateyê ku çiraya kesk ji aliyê hin dewletan ve ji bo wan hatiye vêxistin. Her kes dizane bi destên çeteyên Erdogan bi hezaran jin, zarok, ciwan, kal û pîr li Reqayê hatin qetilkirin ev yek aşker dihat kirin. Beşar El-Esed yê ku gelê xwe paşguh dikir, îro jî li hember dagirkirina xaka Sûriyeyê bêdeng û bê helwest e, ev bi xwe sûc e. Li hember pilanên qirkirinê û tunekirinê em ê li ber xwe bidin."