'Em biryara derbarê Leyla Guven de şermezar dikin'

  • 13:53 22 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê bi wesîleya şermezarkirina girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyanî da. Berdevka TJA’yê Eylem Amak di daxuyaniyê de axivî û got: “Biryara ku di derbarê birêz Leyla Guven de hatiye dayîn dijminatiya wan eşkere dike. Lê bila were zanîn ku em ê jin ji derve û di hindir de ji têkoşîna xwe bidin berdewam kirin.”
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) Leyla Guven di çarçoveya doza xwe ya ku duh li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de ku 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birin duh bişev li mala parlamentera HDP Semra Guzel a li Peyasa Amedê hat binçavkirin û girtin.  Têkildarê girtina Leyla Guven Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) li ber deriye avahiya xwe ya li Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê. Rêxistina HDP’ê ya navçe û bajêr, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan ya HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bû û posterên ku wêneyên Leyla li serin hilgirtin. Daxuyanî ji aliye berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Eylem Amak ve hate xwendin.
 
‘Ev dijminatiya li dijî gele kurd û jinê ye’
 
Eylemê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cezayê ku bi awayê bêhiquqî li Leyla Guven hatiye birîn û wiha got: “Sala derbas buyÎ bi şeklek bê hiqûqî parlementeriya Leyla Guven xistin. Di doza ku li Amedê dane destpêkirin de 22 sal û 6 meh ceza jêre birîn. Ev biryar biryarek bi dijminatî hatiye dayîn e. Ev carek din da nîşankirin ku pergala darazê li gorî daxwaza îqtîdarê biryaran digire. Ev nêzîkatiya bi dijminatî hatiye kirin ne li dijî Leyla Guven li dijî hemû Gelê Kurd û rêxistina jina ye.”
 
‘Em dev ji têkoşînê bernadin’
 
Eylem wiha berdewam kir: “Leyla jineke têkoşer ku  jiyana xwe di oxira aşitiyê de dayî ye.Bi girtinan ne Leyla Guven ne jî em serî ditewînin. Di heman demê de Leyla hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk e ku ev rêxistin di pêvajoyên herî  xeterdar de rol lîstiye KCD muhatabê çareseriya hemû pirsgirêkan e.  Krîmînalîzekirina KCD’ê bi van rêbazan vala ye. Ev rêbaz bi dehan car hatine ceribandin û encam negirtine. Weke Leyla Guven gotiye em dubare dibêjin  di hindir de û ji derve em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em van cezayên bi dijminatî hatine dayîn nas nakin.”
 
Daxuyanî bi diruşma “Bijî Leyla Guven, Leyla Vîna Me Ye” hatin berz kirin.