Jin axivîn: Li vî welatî lêgerîna tazî heye!

  • 11:49 22 Kanûn 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jinên ku ji ber tevli çalakiyan bûne bi caran hatine binçavkirin û lêgerîna tazî li wan hatiye kirin diyar kirin ku lêgerîna tazî heye û ev şerma îqtîdarê ye.  
 
Di rojên borî de parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Gergerlîoglu, Mejara 30 xwendekarên zanîngehê yên jin ku îşkenceya tazîkirinê li wan hatibû kirin biribû meclisê û parlamentera AKP'ê Ozlem Zengîn jî gotibû, "Meclisê terorîze dikin û lêgerîna tazî tune ye." Piştî ku mijar ket rojevê, jinan li ser medya civakî tişta bi serê wan hatiye kirin vegotin û berteên xwe anîbûn ziman.
 
Me jî mîqrefona xwe dirêjî jinên li wanê ku tevli çalakiyan bûne û piştî ku hatine binçavkirin û bi îşkenceya tazî re rûbirû mane kir.
 
'Lêgerîna tazî sûcê mirovahiyê ye'
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîlan Yildiz, diyar kir ku di 2019'an de bi caran hatiye binçavkirin û her carê jî bi rêbaza tazîkirinê lêgerîn lê hatiye kirin. Dîlanê got ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de piştî ku qeyûm tayînî sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'ê hatine kirin, polîsan bi lêdanê ew binçavkirine û wiha berdewam kir, "Em birin TEM'ê û 7 rojên ku em di bin çavan de man her cureyê muameleya xirab li me hat kirin. Ji van yek jê jî lêgerîna bi rêbaza tazîkirinê bû. Em lêgerîna tazî sûcê mirovahiyê dibînin.
 
'Min wekî bertek destmala serê xwe derxist'
 
Dîlanê got lêgerîna tazî îşkence ye û wiha got, " Di bin çavan de gotin, 'kincên xwe ji xwe bikin, ger ku hûn dernexînin em ê derbixin'. Di wê demê de ez gelek dihatim binçavkirin û destmala serê min jî bi zorê derxistin. Ji wê rojê şûnde wekî bertek min nema destmal da serê xwe."
 
'Li vî welatî lêgerîna tazî heye'
 
Dîlanê got ku piştî ji bin çavan bi biryara dadgehê hatiye girtin  birine Girtîgeha Tîpa T a Wanê jî ew tazî kirine û bi wî awayî lêgerîn lê kirine. Hema dema ku min binçav kirin û hem jî dema birin girtîgehê lêgerîna tazî li min kirin."
 
'Bila lêgerîna tazî bê qedexekirin...'
 
Dîlanê got ku dema di girtîgehê de bûye bi rêya parêzerê xwe serlêdana sûc kiriye û ev tişt got, "Li ser serlêdana min piştî bi mehan ji min re nivîsa 'Her tişt li gorî usulê hatiye kirin' şandin. Min dizanibû ku wê neyê kirin lê min ji bo ku muameleya kirin wekî îşkence bê belgekirin serlêdan kiribû."
 
'Kesa ji xwe şerm bike ne ez im'
 
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya, jî diyar kir ku wan piştî greva birçîbûnê ya 8'ê Mijdara 2018'an wan ji bo zarokên xwe yên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirine wan jî li derve dest bi heman çalakiyê kriine. Zekiye got ku dema ew li avahiya HDP'ê ya bajêr di grevê de bûne polîsan bi ser avahiyê de girtine û ew binçav kirine û di wê demê de jî hem li mêran û hem jî li jinan lêgerîna tazî kirine. 
 
Zekiye di berdewamiyê de wiha  got, "Polîsan em yek bi yek girtin odeyan, tazî kirin û lêgerîna tazî li ser me kirin. Min pir ji xwe şerm kir û bertek nîşan da. Lê di bin zoarê de min tazî kirin.  Divê ne ku ez şerm bikim ew şerm bikin. Piştî ku hatim berdan ez çûm min li ÎHD'ê serêdana sûc kir. Li vî welatî lêgerîna tazî tê kirin."
 
'Odeya lêgerîna tazî lê dihat kirin bi kamera  dişopandin'
 
Alîgira Seroka Partiy Mirov û Azadiyan Menîse Gulmez jî wiha got, "Em jî tevli daxuyaniya HDP'ê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman hat dayîn bûn. Polîsan wê demê em bi lêdanê binçavkirin. Di bin çavan de xwestin ku ez destmala serê xwe derxînim. Ji ber ku min qebûl nekir ez birim cem berpirsekî din ê polîsan. Dema ku çûm wêderê min ji monîtora kompîturekê dît ku hevalên bi min re hatine binçavkirin li odê li wan lêgerîna tazî tê kirin."  
 
'Ji ber zextan min destmala serê xwe derxist'
 
Menîse wiha berdewam kir, "Ji min re gotin keseke serê wê girtî çi karê wê li nav HDP'ê heye û min jî got ji 13 saliya xwe ve  ez ji ber baweriya xwe serê xwe digirim. Lê HDP'ê di vî warî de tu tişt ji min re negotiye. Ji ber zextan ez mecbûr mam ku destmala serê xwe vekim û min bi pardusuyê hevaleke xwe serê xwe girt."
 
Menîce bertek nîşan helwesta Ozlem Zengîn a ku got li tirkiyeyê îşkence tune ye da û got, "Min ji polîsên ku destmala min bi zoarê dan derxistin re got ez ê rojekê hesabê vê ji we biprsim."
 
'Ev şerma îqtîdarê ye'
 
Menîce diyar kir ku piştî hatiye berdan wê serî li ÎHD'ê daye û alîkariya derûnî girtiye. Menîce wiha dawî li axafitna xwe anî, "Di bin çavan de lêgerîna tazî li mêran jî tê kirin. Jin tişta tê serê wan bi wêrekî dibêjin, lê mêr nabêjin. Ez dizwazim hem jin û hem jî mêr muameleya xirab ku li wan tê kirin vebêjin. Ev ne şerma me ya îqtîdarê ye."