Leyla Guven hat girtin

  • 11:33 22 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Piştî ku 22 sal û  6 meh ceza li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat birîn şûnde do Leyla hat binçavkirin. Leylaya ku îro anîn edliyeyê peyameke wiha da:"Qet pirsgirêk tune ye, bi xatirê we, pir bixebitin, em zê werin."
 
Do di çarçoveya doza li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de  22 sal û  6 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hat birîn. Piştî biryara girtinê do di saetên bi şev de Leyla li mala Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a li Kayapinara Amedê hat binçavkirin. 
 
Do bi şev piştî kontrola tenduristiyê Leyla Guven birin Şaxa TEM'ê. Leyla ku îro anîn edliyeyê girtin û şandin Girtîgeha Jinê ya Tîpa T a Amedê. 
 
Dema Leyla anîn edliyeyê Leyla ev peyam da:"Qet pirsgirêk tune ye, bi xatirê we, pir bixebitin, em zê werin."