21 roj in berxwedana Şengaliyan didome

  • 10:19 22 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - 21 roj in çalakiya xelkê Şengalê ya ku bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin didome. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku dê xwedî li asayîşa xwe derkevin. 
 
Li dijî Hevpeymana Bexda-Hewlêrê bertek û nerazîbûnên êzidiyan didomîn. Her wiha ji bo xwedî derketina li Asayişa Êzidîxanê xelkê Êzidî li ber Navenda Asayîşa Şengalê kon vedabûn. Çalakiya xelkê Şengalê 21 roj in didome. 
 
Çalakî bi dirûşma “Em hemû Asayiş in” hat destpêkirin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.