Ber bi 2021'ê ve: Têkoşîna jinan dewam kir

  • 09:39 22 Kanûn 2020
  • Rojane

AMED - Jinên Kurd li dijî windabûna bi şik a Gûlîstan Doku, Îpek Er û bûyera destdirêjîyê ya ku Kercewsê rû dabû, şelandina xwezayê, erîşa li dijî hevserokatîyê û li dijî tecrîdê tekoşîn kirin. Li hember van hemû bûyeran TJA’yê kampanyaya “ Em xwe diparêzin” dest pê kir û dê vê kampanyaya xwe bigihînin sala 2021’an.

 
Têkoşîna li dijî erîşên li ser hevserokatîyê, çalakiyên ku li dijî destdiriêjkirina zarokan yên heremê hatin lidaxistin û pirsa “Gulîstan Doku li ku ye?” mohra xwe li sala 2020’an xist. Lê qedexeyên derketina derve ku ji ber şewba koronayê ( Kovîd - 19) hatibûn kirin bandor li ser têkoşîna jinan jî kir. Pandemîyê di sala 2020’ an de bandor li hemû jiyana me kir lê şûna ku jin xwe bêdeng bikin şêweya çalakîya xwe guhertin. Jinan çalakîyên ku divê li kuçeyan bên kirin, li ser tora civakî berdewam kirin. 
 
Agahî ji Gulîstan Dokû nehat girtin
 
Gulîstan Doku ya ku di Zanîngeha Munzurê de xwendekara pola 2’yemîn a Beşa Gîhandina Zarokan bû ji 5’ê Çileyê vir ve agahiyek ji wê nahê girtin. Gulîstana ku bi awayekî şikbar winda bû, piştî 5'ê Çileyê ji wargehê derket şûnde tu agahî jê nehat girtin. Jinan ji ber nedîtina Gûlîstanê ketin tevgerê û pirsa wek “Gûlîstan Doku li ku ye?” kirin. 
 
Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê di 11’ê Çileyê de ketin tevgerê û li Qada Seîd Riza li hev civîyan. Xwendekarên ku di nav dorpêça polîsan de çalakîya xwe li dar xistin di wê kêliya ku bang ji bo Gulîstanê dikirin de polîsan bi gazê mudaxaleyî wan kirin.  
 
Ligel lêgerîna ji bo Gulîstanê didomiyan, jinan li Pertekê ji bo li dijî bûyerên destdirêjîyê berteka xwe nîşan bidin li Qada Seyîd Riza daxuyanîyek dan. Di çalakîyên ku hatin kirin de bal kişandin ser zêdebûna destdirêjîyên li hember jinan û kotekîya ku li wan tê kirin. Her wiha jinan bal kişandin ser zêdebûna sûcên zayendî yên li hember zarokan tê kirin û gotin ku qewimandina van bûyeran ne tesasufî ye.
 
Endamên Meclîsa Jinan ên TJA û HDP’ê di 14’ê Çileyê de çûn Dêrsimê û li wir ji bo Gulîstan bê dîtin daxûyanîyek çapemenîyê li dar xistin û çalakî pêk anîn. Parlamenterê HDP’ê ji bo bersivekê jê bigirin pêşniyaznameyek dan Cîgirê Serokwezîr Fuat Oktay . 
 
Sazîya Mafên Mirovan (ÎHD) ku her hefte li Amedê çalakîyan li dar dixe û xizmê kesên winda di çalakiya xwe ya 571’emîn de ku di 18’ê Çileyê de pêk anîbûn ji bo ku Gulîstan Doku bê dîtin bang kir û daxwaz kirin ku lêkolînên berfirehtir bên destpêkirin. 
 
HDP’ê 3’yemîn konferansa xwe ya mezin pêk anî
 
HDP’ê bi dirûşma “Em di azadiyê de bi israr di têkoşînê de bi biryar in” konferansa xwe ya 3’yemîn li Enqerê pêk anî. Ji gelek deverên Tirkiyeyê 400 jin beşdarî konferansê bûn. Konferansa ku 2 rojan domiya bi wergera sîmûlasyon a kurdî  bi du zimanan pêk hat. Di encamnameya koferansê de wiha hat gotin:"Em têkoşînê didin ku Kurdistan û Tirkiye di serî de li Rojhilata Navîn û li ser hemû rûyê cîhanê toreke jinên enteryasyonel ava bikin. Her roja ku derbas dibe em vê yekê şênber dikin. Em carek din bi îdîa û bi biryar dubare dikin; 2019 sala me ya tekoşînê bû, 2020 jî wê ji bo me jinan bibe sala serkeftinê."
 
Meclîsa jinan a DTSO'yê3 hat damezirandin
 
Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê ( DTSO) bi armanca ku jinên di hêla aborîyê de xebatan didomînin di qadê de xurt bibin, hejmara jinên peyaner zêde bibin û jinan teşwîqî beşdarbûna mekanizmaya biryargirtinê bikin di bin banê xwe de Meclîsa Jinan ava kir. Meclîsa Jinan a ku li Tirkîyeyê cara ewil di bin banê DTSO’yê de hatibû avakirin, di hilbijartinên xwe yên di 27’ê Gulanê de 48 endamên xwe hilbijartin. 
 
'Em ji bo azadîya jinan hene’
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) bi dirûşma “Em jin in em ji bo azadîya xwe hene, Em ji bo guhurînê li ser piya ne” konferansa xwe ya 3’yemîn li Amedê pêk anî. Konferansa ku bi beşdarbûna 700 jinên ku  ji bajarên herêmê pêk hat nûnerên gelek rêxistinên jinan yên navnetewî jî beşdar bûn. Jinan ji bo “ cîhanek  bê şer, bê kedxwarin a xwe dispêre azadîya jinê û bingeha azadîyê” niqaşên xwe kirin. Di encamnameya konferansê de peyama serkeftina hemû jinên cîhanê hat dayin. 
 
Bal kişandin ser 15'ê Sibatê 
 
TJA, di 14'ê Sibatê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998’an û 15'ê Sibata 1999’an daxuyaniyek nivîskî da û bal kişad ser tecrîdê û diyarkirin bi sala ne li hemberî gelê Rojhilata Navîn û Kurd tecrîdet tê meşandin. Li gelek bajarên herêmê derbarê 15'ê sibatê de daxuyanî hat dayîn. 
 
Amederakiya 8'ê Adarê 
 
TJA bi minasebeta 8'ê Adarê li Wan, Colemêrg, Idîr, Mêrdîn, Amed, Riha û Êlihê û navçeyên wan ligel astengiyan belavokên 8'ê Adarê hatin belavkirin û şahî hatin lidarxistin. Her wiha bi minasebeta 8'ê Adarê li Êlih, Şirnex, Amed û Wanê mîtîng hatin lidarxistin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê li gelek bajaran bernameyên çalakiyan derxist û bi dirûşma "Em jin di azadiyê de bi israr in û di têkoşînê de bi biryarin" li gelek bajaran çalakî lihemberî astengiya polîsan hat lidarxistin. 
 
Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê di çarçoveya 8'ê Adarê de li Sûra Amedê pankartek li dijî kuştina jinan hat daliqandin. 
 
TJA, di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de ji bo zarokên ku bi dayikên xwe re li girtîgehê ne li Amedê atolyeya pêlîstokan li dar xist. Pêlîstokên ku hatin çêkirin zarokan re hatin şandin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA li Cizîra Şirnexê Dîwana Dengbêjan organîzekirin. 
 
Di 8'ê Adarê de bal kişandin ser tecrîdê 
 
 TJA û endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Em berxwedanê bi rêxistin dikin û em ber bi azadiyê ve dimeşîn" çalakî li darxistin û bal kişandin ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
Newroz li şaneşînan hat pîrozkirin 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê banga pîrozkirina Newrozê kir û li ser medyaya civakî bang kir. Di bangê de hat diyar kirin ku gelê me derkeve li şaneşînan û pîrozbahiyên xwe pêk bîne.  
 
Di 23'yê Adarê de hevşaredarên Êlih, Farqîn, Lîce, Egîl û Erxeniyê  ji peywîrê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. TJA, li dijî wê yekê da zanîn ku bi tu awayî dev jî pergala hevserokatiyê bernadin.  
 
Komeleya Jinan a Rosayê di 7'ê Nîsanê de derbarê stargehên li Amedê de daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di pandemiyê de rewşa jin, zarok, pîr û kalan gelekî zehmet bû. 
 
Di 13'ê Nîsanê de ji bo Gulîstan Doku ya windayî bi etîketa "#Gülistansız100gün" çalakî hat lidarxistin. Bi hezaran jinî bi parvekirinên xwe li aqubeta Gulîstanê pirsîn. Di roja 109'emîn a windakirina Gulistanê de bi etiketa "#ZaynalHesapVer" çalakiya medyaya civakî hat kirin. Gelek karhênerên medyaya civakî xwestin di serî de Zainal Abarokov ê hevalê Gulistanê bû û hemû berpirs hesab bidin. 
 
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd di 19'ê Nîsanê de bi daxuyaniya ku da banga yekîtiyê ji bo kurdan kir û di daxuyaniyê de hat gotin divê kurd bi lîstikên dijmin neyên xapandin û hat gotin divê li dijî vê yekê kurd bibi yek û têkoşîna xwe mezin bikin. 
 
'Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin'
 
Yekîtiya Jinên Kurd bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî vîdeoyek amade kir. Di vîdeoya ku gelek jinî tê de cihê xwe digirtin de peyama " Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be, Zimanê me hebûn û nasnameya me ye, Zimanê me mala me ye, Bijî Zimanê Kurdî, Zimanê Kurdî yekîtiya neteweyî ye" hat dayin. Dîsa Aktivîstên TJA'yê li Amedê têkildarî Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniya çapemeniyê da. 
 
Li dijî cinayetên jinê zincîra mirovatiyê 
 
Li Amedê gelek saziyên jinan têkildarî zêdebûyina tundiya li ser jinê ya bi pandemiyê re û serbestberdana bi zagona înfazê ya bersûcên tundî li dijî jinan kirine li Ofisa Yenişehira Amedê zîncîra mirovatiyê ava kirin. Jin bi çepik û lîrandinê meşiyan ber parka li xaçerêya Ofîsê. Jinên zîncîra mirovahiyê ava kirin dowîzên "Ji tundiya jinê re na","Jin bi hev re xurt in","Dawiyê li tecawizê bînin","Gulîstan Dokû li ku derê ye" hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Jin jiyan azadî","Jin jiyan e jiyanê nekujin" hatin berzkirin. 
 
Meclîsa Jinê ya HDP'ê di 17'yê Gulanê de vîdeoya ji bo jinên tundî li wan hatiye kirin, girtiyên jin û jinên xebatkar amade kiribûn li ser medyaya civakî parve kir. Ev vîdeo bi peyama " Em bi hev re bi hêz in" hat parvekirin. Parlamenterên di vîdeoyê de cihê xwe digirtin navê siyasetmedarên girtî gotin û gotin "Em ne bi tenê ne em bi hev re bi hêz in". 
 
Operasyona li dijî Komeleya Jinê ya Rosayê
 
Di 22'yê Gulanê de di saetên serê sibehê de bi operasyonên siyasî yên navenda wê Amed bûn gelek siyasetmedar û aktivîst hatin binçavkirin. Ji endamên avakar ên Komeleya Jinê ya Rosayê Ayla Akat, Narîn Gezgor, Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya, Rêvebira Komeleya Jinê ya Rosayê Fatma Gultekin û gelek aktivîstên TJA'yê hatin binçavkirin. Polîsên ku bi ser komeleyê girtin dest xistin ser gelek evraqan. 
 
Piştî operasyonê 71 saziyên jinan ên li Tirkiyeyê daxuyaniya hevpar parve kirin û gotin em li gel Komeleya Jinê ya Rosayê ne. 
 
Komeleya Jinê ya Rosayê têkildarî operasyonê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo em mafê xwe yê zagonî bi kar tînin em ji kesekî lêborînê naxwazin, ne hevalên me yên destdirêjiyê dikin, tecawizkar û kujerên jinan darizînin. 
 
TJA'yê di 5'ê Hezîranê de têkildarî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku parlamenteriya wê hat xistin daxuyanî da û di daxuyaniyê de hat gotin Leylayê îradeya jinê temsîl dike. 
 
Di 14'ê Hezîranê de ji aliyê balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) Mexmûr, Şengal, Qendîl hatin bombebarankirin. TJA'yê bertek nîşanî vê yekê da û wiha got:"Ev êrişên kaolisyona şer a faşîst a  AKP-MHP'ê yên li dijê gelên Şengal û Mexmûrê tezahuriya dijminatiya li dijî Gelê Kurd a aqilê dewletê yê li ser yekperestiyê hatine avakirin e."
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP'ê û Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn di 26'ê Hezîranê de dema polîsan bi ser mala wê de girtin 3 saetan bi îşkenceya kûçikan rû bi rû hat hiştin. HDP'ê têkildarî îşkeneyca li Rojbînê hat kirin daxwazname pêşniyarî Komisyona Lêkolînê ya Mirovan a Meclîsê kir. Meclîsa Jinê ya HDP'ê bertek nîşanî îşkenceya li Rojbînê hat kirin da û anî ziman ev îşkence li têkoşîna jinê hatiye kirin. 
 
Di bin banê Muduriyeta Polîtikayên Jinê ya Şaredariya Silopiyê de ji bo bîranîna Dayika Taybet a di serdema qedexeya derketina derve de li Kuçeya Cudiyê hat qetilkirin, Navenda Piştevaniyê ya Dayika Taybet hat vekirin. 
 
Bûyera tecawizê ya Mûsa Orhan bû rojev 
 
Çawişê Pispor Mûsa Orhan li Qûbîna Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem ku Îpekê xwe întihar bike. Piştî ajansa me nûçe ragihand şûnde Mûsa Orhan hat binçavkirin piştî îfadeyê jî hat berdan. 
 
Platforma Jinê ya Dîcle Amed (DAKAP), di 27'ê Tîrmehê de ji bo Pinar Gultekîn a li Muglaayê ji aliyê Cemal Metin ve hat qetilkirin li Çarxerêya Metrpolê ya Kayapinara Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. 
 
Jinan piştî axaftina Tayyip Erdogan a civîna MYK'ya AKP'ê ya derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de bi etiketa “#KararKadınların”  li ser hesabên xwe yên medyaya civakî çalakî dan destpêkirin.
 
Rêxistinên jinan ji bo Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedem xwe întihar bike di 18'ê Tebaxê de bi etîketa  #MusaOrhanTutuklansın li ser hesabê medyaya civakî çalakî dest pê kir. Di 27'ê Tebaxê de jinan bi etiketa “#TecavüzSuçtur Aklanamaz” xwestin bersûcê tecawizî Mûsa Orhan bê girtin. Piştî  çalakiya jinan a li ser medyaya civakî ya deng da Mûsa Orhan hat girtin. Lê hefteyek din serbest hat berdan. 
 
Kampanyaya Em xwe Diparêzin hat destpêkirin
 
Bi pêşengiya TJA'yê di 15'ê Îlonê de li Amedê li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin, êrişa li ser zimanê dayikê, destdirêjî, tecawiz, êrişên li ser baweriyan û qirkirina siyasî starta kampanyaya  "Em Xwe Diparezin" hat dayin. 
 
Bi kampanyayê re xeta têkoşînê ya ji 9 maddeyan pêk dihat, hat eşkerekirin. Di çarçoveya kampanyayê de li hemû bajarên herêmê civîn hat çêkirin û TJA bi jinan re hat gel hevdu. Têkildarî kampanyayê jin hatin agahdarkirin. Broşurên nivîs lê hatibûn nivîsandin hatin belavkirin. Kampanya bi amadekariyên ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hat meşandin. 
 
Yekemîn rûniştina doza ji sûcê "Êrişa zayendî" têkildarî Mûsa Orhan hatibû destpêkirin, di 16'ê Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê hat dîtin.  
 
Di çarçoveya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li hemû bajarên herêmê çalakî hatin lidarxistin. 
 
Bûyera Kercewşê
 
Li gundekî girêdayî Kercewşa Êlihê çawişên pispor, polîs û cerdevan jî di nav de 27 kesî tecawizî zarokeke 15 salî kiribûn û fuhuş li ser du jinan hatibû ferzkirin. Ajansa me di 5'ê Kanûnê de nûçeya bûyera tecawiza li Kerçewsê kir rojev. Piştî nûçeya ajansa me ragihand şûnde Komeleya Jinê ya Rosayê daxuyanî da û anî ziman ew ê şopdarê bûyerê bin. 
 
Jinan têkildarî bûyera tecawizê û ferzkirina fuhuşa li ser du jinan li ser medyaya civakî  bi hashtaga ‘#GercüşteNeOluyor? çalakî hat lidarxistin. Siyasetmedar, saziyên civaka sîvîl, hunermend û saziyên jinan piştigirî dan vê çalakiyê. Li gelek bajarên herêmê derbarê vê bûyerê de daxuyanî hat dayin. 
 
Seferbertiya Morê
 
Koordinasyona Jinên Ciwan a HDP'ê di 7'ê Kanûnê de starta kampayaya "Niha ber bi Seferbertiya Morê" dest pê kir. Jinan gotin "Niha dema belavkirina lîrandina jinê ya li hemû cihên em lê ne."
 
Bila xewa wan bireve
 
Tweta ku di 8'ê Kanûnê de destdirêjiya Nivîskar Ali Toptaş teşhîr kir di cîhana edebiyatê de veguherî “#Tevgera MeToo" yê. Piştî vê twetê jinan destdirêjî û êrişa zayendî ya ji aliyê Ali Toptaş û nivîskarên din hatibû kirin îfşa kirin. Berteka li ser Twitterê de bi etiketa "Bila xewa we bireve"dest pê kir veguherî raperîna jinên ku bi salan e nikaribûn tiştên jiyana vêbêjin. 
 
62 rêxistinên jinan ên bi jinên li ser medyaya civakî bersûc teşhîr kirin ketin nava piştevaniyê wiha gotin, "Em ê li gel her jinên ku bêdeng namînin bin û em ê ji têkoşîna xwe tu carî gavê paşde neavêjin"
 
Jinên ku gotin "Bila xewa wan bireve","Gulîstan Dokû li ku derê ye?" bi kampanyayên "Niha dema seferbertiya Morê ye" ya Koordînasyona Jinên Ciwan ên HDP'ê ew ê 2021'an pêşwazî bikin. Her wiha ew ê jin şopdarên bûyera Kercewşê û doza Mûsa Orhan bin.