Leyla Guven hat binçavkirin:Çûyina li ser zaliman wêrektî ye

  • 09:12 22 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji bo wê hat dayin hat binçavkirin. Leyla di dema binçavkirinê de wiha got:"
 
Ji ber hin dozên berê yên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de do li danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Piştî dadgehê biryara girtinê da, Leyla Guven hat binçavkirin. Polîs bi şev çûn mala Leylayê ya li navçeya Peyas a Amedê û ew binçav kirin. Hat ragihandin ku polîsan ji bo kontrolkirinê Leylayê birine nexweşxaneyê û gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûne. 
 
Leyla dema hatiye binçavkirin wiha gotiye:"Heger min bixwesta ez birevim ew ê rihê we ev tişt nebihîsta. Ez naçim derekê. Ez ê li wî welatî siyasetê bidomînim. Çûyina li ser zaliman wêrektî ye."
 
Biryara binçavkirina 24 saetan 
 
Leylayê tevî çepik û dirûşma “Berxwedan Jiyan e” li wesayetê siwar bû. Leyla piştî kontrola tendirustiyê şandin Şaxa TEM'ê. Leylaya ku derbarê wê de biryara binçavkirina 24 saetan hat dayin tê payin ku îro derxin edliyeyê.