‘Yên dikevin greva birçîbûnê cezayê disîplînê li wan tê birîn’

  • 09:06 22 Kanûn 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Girtiya siyasî Filîz Işik a ku di Girtîgeha Jinan a Tîpa T ya  Amedê de dimîne, di hevpeyvîna bi riya telefonê bi malbata xwe re kiriye wiha diyar kir: “Hevalên me yên ku li dijî tecrîtê dest bi greva birçîbûnê kirine rastî tundî û gefan tên. Ji bo her yekê cezayê disiplînê tê dayîn.”
 
Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin di roja 22’emîn de  berdewam dike. Çalekî her ku diçe li girtîgehan û li derve  belav dibe. Seroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk Filiz İşika ku di girtîgeha tîpa T ya Amedê de dimîne, di hevdîtina ku bi riya telefonê bi malbata xwe re kiriye de bal kişand ser çalekiyan û got li dijî çalekiyên ku em dikin cezayê disîplînê li me dibirin. Diya Filîz, Aliye Işik ji bang kir ku dviê tu kes li dijî van nêzîkatiyên li hemberî girtiyan bêdeng nemîne û serî rabikin.
 
'Ceza li me dibirin'
  
Aliye bal kişand ser axaftina bi telefonê ku herî dawî bi keça xwe re kir û wiha berdewam kir. “ Ez bi keça xwe re bi telefonê axvîm. Keça min got, 'Em başin, çalekî berdewam dikin. Niha komeke nûh dest bi grevê kir. Lê li dijî çalekiyan bertekên rêveberiya girtîgehê zêde ne. Gelek hevalên me ji bo ku dest bi grevê kirine tên cezakirin. Ji xwe tenê mafê axaftina me ya bi telefonê heye, ji ber hinceta girevan wê jî qedexe dikin û cezayê hucreyê didin'. Tecrîdê li ser me hemûyan didin meşandin. Bi hezaran ciwanên kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne.”
 
‘Em dayik êdî nema karin ’
 
Dema hevpeyvîna bi telefonê re em jî bûn mêvanê malbata Filîz. Dayika Filîz, Aliye li hember wan gotinan xembariya xwe veneşart û got xuwedê heqê me ji wan re nehêle. Aliye piştî axaftina ku 10 dq yan bi keça xwe re berdewam kir wiha got: "Girtiyên siyasî li dijî tecrît û hemu bêmafiyan dest bi grevê kirin. Grev ji mafê wan e û ew jî tê astengkirin.  Ne tecrît tê şkandin, ne jî destur didin ew dengê xwe bilind bikin. Ma ev e edaleta wan. Ma grev jî sûc in êdî. Ji ber ku dikevin grevê cezayên giran li wan tên birîn. Em dayikin êdî hew sebra me tê em van gotinan bibihîzin. Zarokên me tên tecrîtkirin."
 
'Ger em bê deng bimînin wê zarokên me bên îşkecekirin'
 
Aliye bal kişand  ser tecrîdê û wiha got: " Tecrîd sucê mirovahiyê ye. Heta ku hun bibihîzin em ê vê yekê bibêjin. Ez weka dayika girtiyan bang li herkesî dikim ku bibin dengê girtiyan. Ger em tecrîdê bi dawî bikin, em ê wê demê bikarin qala aşitiyê bikin. Ji ber vê yekê ji pêwîst e em mil bidin hev. Ger em bê deng bimînin wê îro ceza ji bidin zarokên me û wan îşkence ji bikin."