Ji bo çalakiya li dijî dîwêr yek û 8 meh ceza

  • 09:03 22 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Ji bo Ayşe Gokkan a ku di 2013'an de li dijî dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hat lêkirin, ket rojiya mirinê salek û 8 meh ceza hat birîn. Her wiha ji bo li dadgehê parastina bi Kurdî kir 250 TL ceza lê hat birîn. 
 
Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 30'yê Cotmeha 2013'an de dema serokatiya Şaredariya Nisêbênî dikir li dijî lêkirina dîwarê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, dest bi çalakiya rojiya miririnê kir. Ayşeya ku li ser sînorê Qamişloyê çalakiya xwe ya rojiya mirinê di roja 9'emîn de bi dawî kir bi muameleya polîsan a nebaş rû bi rû hat hiştin. Di 9 rojên çalakiya rojiya mirinê de ji aliyê leşkeriyê ve nehat hiştin ku kesek nêzî Ayşe bibe û tecrîd li ser Ayşe hat kirin.
 
Piştî çalakiyê Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê derbarê Ayşe de dest bi lêpirsînê kir. Tevî ku cihê Ayşeyê çalakî da destpêkirin di 2013'an de qada seyranê bû jî di îdianameya di 2015'an de hat amadekirin de ji sûcên"Îhlalkirina herêmên ewlehiyê û herêmên qedexe yên leşkeriyê","Zirardayina malên cemaweriyê" doz hat destpêkirin. Di çarçoveya qebûlkirina îdianameya ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Nisêbînê hat qebûlkirin de Ayşe hat darizandin. 
 
Di 20'emîn rûniştina di 15'ê Kanûnê de hat dîtin de parêzerê Ayşeê Osman Zuhat Bilan parastina dawiyê kir. Zuhatê ku hisûsên di mutaalayê de qebûl nekir got:"Muwekîla min çalakiya herêma qedexe ya leşkerî pêk neaniye. Ev rewş di wêneyên ku me nîşan daye jî hatiye diyarkirin. Li derveyî beşda qedexe ya leşkerî li dijî dîwêr mafê xwe yê zagonî bi kar aniye û çalakiya xwe pêk aniye. " Ayşeyê ji sûcê "Zirardayina malên cemaweriyê" berat kir. 
 
250 TL lêçûyina tercumantiya bi Kurdî
 
Ji ber sûcê "Îhlalkirina herêmên ewlehiyê û herêmên qedexe yên leşkeriyê" 2 sal cezayê girtîhê ji bo Ayşeyê hat dayin. Piştre dadgehê ceza daxist salek û 8 mehî. Her wiha dadgehê biryar da ku ji bo heyeta keşfê 139 TL, heyeta endezyarê nexşerêyê 250 TL, 2 heb lêçûyina posteyê 39 TL, 43 TL lêçûyina 4 vexwendnameyan ji Ayşeyê bê girtin. Her wiha heyetê da zanîn ku ji ber Ayşe baş bi tirkî dizane û tevî vê yekê jî bi zimanekî din tercîh kir ku parastina xwe bike ew ê 250 TL heqê tercuman jî ji Ayşe bê girtin. 
 
'Dîwarekî çand û baweriyan ji hev diqetîne nayê qebûlkirin'
 
Ayşeya ku cezayê lê hatiye birîn nirxand bi bîr xist di 1989'an de dîwarê Berlînê yê Rojhilat-Rojava ji aliyê gel ve hatiye hilweşandin û dîwar li raya giştî wekî dîwarê fediyê hatiye qebûlkirin û wiha dewam kir:"Ez wekî jineke kurd dîwarekî civak, bawerî, çand, gel û malbatan ji hevdu diqetîne tu carî qebûl nakim. Nêviyê Nisêbînê li aliyê din ê sînor dimîne. Ne tenê kurd suryanî, ereb jî dijîn. Bawerî, dostanî yên di navbera malbatan de bi lêkirina dîwaran tên perçekirin. Herî zêde jî jin mexdûr dibin."
 
'Dewlet ji bo sûcê kiriye binpaç bike ceza da min'
 
Ayşeya ku bi bîr xist dema çalakî dikir ew seroka Şaredariya Nisêbînê bûye û wiha pê de çû:"Ez wekî jineke kurd a aktivîst di heman demê de Aktivîsta yên Sînorana Nas Nake me. Sînor bazirganiya jinê rewa dike. Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî di salê de 2 milyon jin bi anîna aliyê din ê sînor wekî koleya zayendî tên bazarkirin. Jin ji sînorên dewleteke din tên anîn. Pasaportên wan ji destên wan tên girtin û ji ber tu mafên wan ên zagonî tune ne wekî koleya zayendiyê tên bikaranînin. Jina bi navê Z.N ya Îranî ya li navenda paşveşandina Wanê bi dehan caran hat tecawizkirin. Bi ssaya tercumanên navenda paşveşandinê serîlêdana sûc kir.  Niha jî windayî ye. Ez wekî aktivîsta TJA'yê tînim ziman ku tundiya sînoran a li ser jinan pêkanîneke di navbera dewletan de ye. Li gor hevpeyamana Ottoawayê ya Tirkiyeyê jî îmze kiriye divê mayin bihatana paqijkirin. Ez cezayê li min hatiye birîn qebûl nakim. Dewlet ji bo sûcê kiriye binpaç bike ceza da min."
 
'Pereyê tercuman cezayê axaftina bi zimanê dayika xwe ye'
 
Ayşeyê da zanîn ku dayina 250 TL'yî cezayê axaftina bi zimanê dayika xwe ye û wiha got:"Di 2020'yan de ji ber min bi zimanê xwe xebat da meşandin min ceza girt. 450 TL cezayê pere dan min. Min îtiraz kir û li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê min Tirkiye mehkûm kir. Îro ji ber ez li dadgehê bi zimanê xwe diaxivim pereyê tercumantiyê ji min digirin. Ev wekî cezayê pereyên din ên li min hatiye birîn e. Her du jî ji ber ez bi kurdî axivîm hat birîn. Ya zimanê min tune dihesibînin an jî di bin heqê tercumantiyê de cezayê pereyan dibirin. Çar meh berê ez bi SEGBIS'ê beşdarî doza li min hatibû vekirin bûm. Ez bi Kurdî axivîm. Dozgerê Dîlokê di girtekan de wekî ez bi Kurdî neaxivîme axaftina min a bi Kurdî tune hesibandiye. Tirkî derbasî qeydan kirine. Ez li gel tercuman bi Kurdî axivîm lê di qeydan de tune ye."