'Li dijî êrîşan em ê li ber xwe bidin û teslîmkariyê qebûl nekin'

  • 09:02 22 Kanûn 2020
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jinên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê dimînin nerazîbûnên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê anîn ziman û wiha gotin: "Li dijî êrîş û gefên dewleta tirk em ê li ber xwe bidin û teslîmkariyê qebûl nekin. Têkoşîna me hebûna me mayinde dike."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî ku Kantona Efrînê kirin binê kontrola xwe, şêniyên herêmê ji ber zilim û destdirêjiya wan berê xwe didin Şehbayê û navçeya Şêrawa ya girêdayî Efrînê. Heta niha gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlan nehatine rawesandin. Bi armanca ku careke din vî gelî koçber bikin, van kiryarên qirêj didin meşandin. Têkidarî mijarê jinên ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê dimînin nerazîbûnên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê anîn ziman.
 
'Em xeta berxwedanê li hember êrîşan didomînin’
 
Xalîde Oso ya ji şêniyên Gundê Aqîbê ye bal kişand ser topebarana dewleta tirk a li ser gelê sivîl û wiha got: "Rojane dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî me dikin. Bi hatina demsala zivistanê re topbaran zêdetir dibe. Koçberên Efrînê li gundewarên Şêrewa bi cih bûne û xeta berxwedanê li hember êrîşan didomînin. Dema ku êrîş dikin em di şikeftan de xwe diparêzin. Bê dem û rawestandin dewleta tirk Şêrewa topebaran dike."
 
'Armanca êrîşan şikandina berxwedana gel e'
 
Zeyneb Sîdo ya ji navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê ye û li Gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa bi cih bûye, êrîşên dewleta tirk şermezar kir, armanca van êrîşan anî ziman û wiha pê de çû: "Piştî ku dewleta tirk Efrîn dagir kir em neçarî koçberiyê bûn û li navçeya Şêrewa û kantona Efrînê bi cih bûne. Em bi êrîş û gefên dewleta tirk re rû bi rû dijîn. Daxwaz û armanca dewleta tirk ew e ku em ji van deveran jî koçber bibin, lê em soza domandina xeta berxwedanê nû dikin û berê xwe ji bilî Efrînê nadin tu deveran. Gelek zarok ji ber tirsa êrîşan nexweş dikevin. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku xwedî li zarok û koçberan derbikevin."
 
'Li dijî êrîşan em ê li ber xwe bidin û teslîmkariyê qebûl nekin'
 
Duniya Ebdo ku ji Efrînê ye û li gundê Ziyaretê yê Şêrewa rûdinê da zanîn ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Şêrewa û kantona Şehbayê her berdewam in û wiha nêrîna xwe parve kir: "Her êrîş û topbarana dewleta tirk a dagirker li ser gundewarên Kantona Şehbayê û navçeya Şêrewa didome. Şêniyên sivîl ên li wargehan bi cih bûne rojane rastî êrîş û zehmetiyên dijwar tên. Ruxmî êrîş û gefan li dijî êrîş û gefan em ê li ber xwe bidin û teslîmkariyê qebûl nekin. Em ê xeta berxwedanê li dijî dagirkeran mezin dikin, heta ku em vedigerin axa xwe."