Nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut hat berdan
- 17:08 21 Kanûn 2020
- Rojane
WAN - Nûçegihana MA'yê Zeynep Durgut ku li navçeya Cizîrê hatibû binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hat berdan.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA ) Zeynep Durgut ku di 17’ê kanûnê de piştî şopandina nûçeyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû binçavkirin û biribûn Wanê, ji aliyê dadgeha ku bi daxwaza girtinê sewqî wê hatibû kirin ve hat berdan.